CPT li Tirkiye lêkolîn kir 2017-05-25 08:38:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku bi armanca li qereqol, girtîgeh û navendên vegerê lêkolîn bikin hat Tirkiye, ziyaretên xwe temam kir. Di rojeva heyetê de girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtî ye heye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT), bi armanca li qereqol, girtîgeh û navendên vegerê lêkolîn bikin heyetek şandin Tirkiye. Di rojeva heyetê ku li Êlih, Sêrt, Amed, Enqere, Stenbol, Trobzon û Îzmierê lêkolîn kir de girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtî ye heye. Heyeta CPT) ya ji 6 kesan pêk dihat û serokatê wê Wolfgang Heinz bû, di 10'ê Gulanê de hat Tirkiye û lêkolîna wan duh temam bû. CPT’ê têkildarî armanca ziyaretê daxuyaniyek nivîskî weşand. "Armanca ziyaretê kesên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkencayê hatine lêkolîn bike. Heyet di vê çarçoveyê de li bajarên cuda li navendên binçavkirinê yên cuda bi kesên di bin çavan de hevditin kirin û lêkolîn kirin. Heyetê der barê girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T a Îmraliyê jî hin mijar nirxandin. Heyetê bi Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Dadê re jî hevdîtin kir. Hat zanin ku heyet piştî ziyaretê dê raporê amade bike. Heyetên bere jî ji ber rapor aşkere nekiribû bibû mijara niqaşan.