Xwest li cem kurê xwe bê definkirin lê dewletê nehişt 2017-05-25 09:07:53 STENBOL - Dayika Şemiyê Hediye Coşkun, ku 19 salan ji bo dîtina hestiyên kurê xwe têkoşiya, piştî hestiyê kurê xwe dît 3 sal şûnde jiyana xwe ji dest da. Hediye Coşkun beriya jiyana xwe ji dest dibe xwest li tenişta kurê xwe bê defin kirin, lê dewletê nehişt . Di ser çalakiya Dayiken Şemiyê ya “Kujer diyar in, winda li ku ne" re 22 sal derbas bûn. Dayikên Şemiyê ji bo hestiyên zarok û xizmên xwe bibînin, 22 salin bê navber her şemî li Qada Galatasaraye çalakiyên şemiyê pêk tînin. Tevî ba, baran, berf, seqem, germayê sal 12 mehan bê westan û rawestan çalakiyên xwe berdewam dikin û daxwaza edaletê dikin. Dayikên ku zarokên xwe winda kirine dixwazin bigêjin hestiyên zarokên xwe û gorek wan hebe. Dayikên ku bi salan têkoşiyan û negihiştin hestiyên zarokên xwe jî hene. Dayika Ridvan Karakoç Asiye Karakoç, Dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir, Hevsera Îsmail Şahin Kîraz Şahin, Dayika Suleyman Cihan Şahsenem Cihan, Dayika Abdurrahim Demîr Kesriye Demir, Dayika Zeki Altunbaş Cevriye Altunbaş, Dayika Veysel Guney Zeynep Guney, Dayika Talat Turkoglu Ziyneti Turkoglu, Dayika Kenan Bilgin Fincan Bilgin, Dayik û bavê Seyhan Dogan Asiye û Ramazan Dogan ku bi salan tev li çalakiyan bûn û xwestin hestiyên zarokên xwe bibînin, bêyî hestiyên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji dayikên Şemiyê ku piştî hestiyê zarokên xwe dît û jiyana xwe ji dest dan Hediye Coşkun e. Heyide Coşkun hefteya borî jiyana xwe ji dest da. Berî ku jiyana xwe ji dest dibe hestiyê kurê xwe dît, bêhn kir û piştre defin kir. Heyidiye Coşkun beriya jiyana xwe ji dest bide xwest wê li tenişta kurê wê defin bikin. Lê dewletê destûr neda vê yekê. TÊKOŞÎNA XWE BI TÊKOŞÎNA DAYIKAN RE KIR YEK Hediye Coşkun, li navçeya Kerboran û Nisêbînê yên Mêrdîn hevserê wê û kurê wê hat windakirin. Hediye Coşkun, ji ber zextên li ser wê kêm nebû koçî Stenbolê kir. Piştî koçî Stenbolê kir têkoşîna xwe û Dayikên Şemiyê kir yek û tevî Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê têkoşîna xwe berdewam kir. Coşkun Dayika 8 zarokan bû. Kurê Hediye Coşkun, yê herî biçûk Omer Coşkun (35), behsa têkoşîna dayika xwe kir û wiha got: "Dayika min dilê wê şewitî bû. Dayikek dil bi birîn bû. Hem êşê wê pir bûn û hem jî kar û barê malê dabû ser milê xwe. Bavê min di sala 93'an de şehît bû. 2 sal şûnde yanî di sala 1995'an de kurê wê yanî birayê min di bin çavan de hat windakirin. Piştî birayê bin di bin çavan de hat windakirin kar û barê diya min girantir bû. Barê wê çarqat zêde bû. Omer Coşkun, anî ziman ku dayika wî nexweşa şekir, tansiyon, hestî, zerikê bû û wiha got: "Êşa dayika min li Mêrdînê dest pê kir. Tevî hemû êş û barên giran dayika min têkoşînek mezin ta. Piştî gundê me hat şewitandin dayika min têkoşînek mezin da. Her dem rastî gefên dewletê hat. Piştî bavê win birayê min hat windakirin. Piştî birayê min jî hat windakirin di sala 1998'an de em hatin Stenbolê. Piştî ku em hatin Stenbolê me serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê da" 'XWEST LI TENIŞTA KURÊ XWE BÊ DEFIN KIRIN LÊ' Coşkun, anî ziman ku dayika wî her hefte tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê bû û wiha got: "Tevî hemû zext, zordarî û zahmetiyên mezin her hefte li Qada Galatasarayê tev li çalakiyên şemiyê bû. 19 salan di ber xwe da. Piştî têkoşîna 19 zalan em di sala 2014'an de gihiştin hestiyên birayê min. Êda dayika min piçekî sivik bû. Lê weki birayê bin bi hezaran kesên din ên winda ku hestiyên wan hêj nehatine dîtin hebûn. Dayika min nekarîbû bêtir êş û bar rake. Dema gihişt hestiyê kurê xwe, xwest li tenişta kurê xwe bê defin kirin. Lê mixabin piştî dayika min jiyana xwe ji dest da, rastî qedexeya dewletê hat. dewlete nexwest ku li tenişta kurê xwe bê definkirin. Birayê min li Nisêbînê hat defin kirin. Lê piştî birayê min li Nisêbînê hat defin kirin dewletê tax bi têlan dorpêç kir û qedexe kir. Destûr neda ku kes têkeve herêma qedexe Ketin û derketina ser goristanan jî hat qedexekirin. Dayika min dixwest li tenişta kurê xwe ya 20 salan li hestiyê wî digere bê definkirin. Lê destûr nedan ku dayika min li cem kurê xwe bê defin kirin. Dayika min her dem alîgirê mazluman bû. Di 20 salên dawî de ji bo winda bên dîtin li gel malbatên windayan têkoşiya. HER HEFTE 4 KÎLOMETRE BI MEŞ ÇÛ QADA GALATASARAYÊ Buka Hediye Coşkun Mukaddes Coşkun jî anî ziman ku xwesiya wê ji bo tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê bibe her şemî 4 kîlometre bi meş diçû Qada Galatasarayê û wiha got: “Dayika Hediye piştî hat Stenbolê bû Dayika Şemiyê. Heta ku nexweş neketibû her hefte bi meş diçû Galatasarayê. Bi salan ji Kanarya bi trênê diçû Sirkecî û ji wir bi meş qasî 4 kilometre dimeşiya Qada Galatasarayê. Piştî di salên dawî de seferên trênê betal bû êdî nikaribû biçe ez gelek caran li şûna wê diçûm. Piştî dayika Hediye tev li Dayikên Şemiyê bûn hevîyê wê zêde bûn. Dayikên Şemiyê di sala 2011’an de bi Serokwezîrê wê demê Tayip Erdogan re hevdîtin pêk anîn. Dayika Hediye jî di nava dayikên şemiyê de bû. Piştî wê hevdîtinê heviyên dayika min zêdetir bûn. Lê mixabin destvala vegeriyan." Dayika Şemiyê û Hevsera Fehmi Tosun Hanım Tosun jî diyar kir ku bi salan bi hevre têkoşiyan û wiha got: "Ew ji Mêrdîn hat. Ez jî ji Amedê hatim. Em li vir gihiştin ev û bi salan me bi hevre têkoşîna xwe berdewam kir. Em bi hevre tev li çalakiyên Dayikên Şemiye bûn. Wê aqûbeta kurê xwe dipirsî. Digot bedela we çi dibe bila bibe ez dê heta dawî têbikoşim. Em dê têkoşîna dayika Heyidiye berdewam bikin." Endama Komisyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Sebla Arcan jî diyar kir ku piştî Coşkun serî li Şaxa ÎHD'ê da ew nas kir û wiha got: "Bi salan li pêş Qada Galatasarayê têkoşiya. Dema bi serokwezîrê wê demê Erdogan re hevdîtin kir, tiliya xwe li Erdogan kir û got "Tu serokwezîr e. Tu bixwaze tu dikare wan bibîne. Dayikek pir wêrek bû. Dayikek wêrek û zane bû. Dizanîbû çima û ji bo çi tê dikoşe. Arcan, anî ziman ku dema Hetiye hestiyê kurê xwe girt got "Min kurekî xwe yê wekî şêran da wan, lê wan kîloyek hestî dan min. Pişti wê deme û şûnde Hetiye nexweş ket û êdî ji nava nivînan derneket. Asya İnedi - dihaber