Antony Quinê Rihayî: Şer sînema qedand 2017-05-25 09:12:09 RIHA -Lîstikvanê film û rêzefîlman Bekir Felhan ê ku wek Antony Quinê rihayî tê nasîn, anî ziman ku şer sektora sînemayê qedandiye. Figuranê fîlmên Yeşîlçamê Bekir Felhan ê ku niha Xana Gumrukê ya dîrokî ya Rihayê ji xwe re kiriye mesken, anî ziman ku israra hikûmetê ya ji bo şerê li herêmê sektora sînemayê qedandiye. Felhan, anî ziman ku wî cara ewil di sala 1959'an de li Rihayê bi fîlmê "Kaderim Boyleymiş" (Qedera min wisa bûye) ê ku Huseyin Peyda û Muhterem Nur di rolê wê yên sereke de dilîstin dest bi sînemayê kiriye. Felhan got ku, heta 4 sal berê jî li Riha û herêmê fîlm û rêzefîlm dihatin kişandin û wî di fîlman de cih digirt. Felhan got wî fîlmê "Hudutlar Kanunu" (Qanûna Hudûdan) yê derhêneriya wê Yilmaz Guney kiriye jî di nav de di fîlmên wek "Gurbet Kadini", "Melekler Evi" (Mala Ferîşteyan), "Saddamin Askerlerî" (Leşkerên Seddam), "Karvan" (Karwan), "Aşkin Daglarda Gezer" (Evîna Te li Çiyan Digere), "Alî Baba ve Kirk Haramiler" (Alî Baba û Heramî) û hwd. lîstiye. Felhan, da zanîn ku wî berê tevî aktorên navdar ên wek Şener Şen, Turkan Şoray û Sadri Alişik jî di fîlman de cih girtiye, lê belê ji ber ku ev 4 sal in li herêmê fîlm nayên kişandin, ew li xanê tizbiyan difiroşe. 'ŞER NAHÊLE KU SÎNEMAVAN BÊN HERÊMÊ' Bavê 10 zarokan Felhan (71) ê ku dişibe aktorê DYA'yî Antony Quin û wek Quinê rihayî tê nasîn, anî ziman ku ji ber şerê li herêmê û welat çêkerên fîlm û rêzefîlman nayên herêmê. Felhan, dest nîşan kir ku berê Xana Gumrukê û Gola Masiyan wargeha çêkerên fîlman bûn, lê belê niha li van deran tu xebat nayên kirin. Felhan, diyar kir ku sedema nehatina çêkerên fîlman jî ji ber polîtîkaya şerî ya hikûmetê ye. Felhan, anî ziman ku bi salane wî di filman de rol stendiye û bi vî awayî debara xwe dikir û wiha axivî: "Li Rihayê bi sedan mirov ji sektora sînemayê nanê xwe derdixistin. Lê belê ji ber ku niha li herêmê fîlm an jî rêzefîlm nayên kişandin, bi sedan mirov wek min betal in. Her yek ji wan ji mecbûrî bi karên cuda re eleqedar dibin. Ji Stenbolê pêşniyar tên, lê belê serê beşê 300-500 lîreyî didin. Ev pere têra mesrefên xwarin û otelê nake. Herî zêde çêker û lîstikvan qezenc dikin, lê belê ji ber şerê li herêmê kes nayê van deran." ‘BI AŞTIYÊ DÊ SEKTORA SÎNEMAYÊ ZÎNDE BIBE' Felhan, dest nîşan kir ku her diçe aboriya welat nebaş dibe û wiha got: "Li gel vî temenê xwe jî ji bo debara xwe bikim, mecbûr im bixebitim." Felhan, diyar kir ku rojê ew 20-30 lîreyî ji tizbiyan qezenc dike û wiha got: "Roj heye qet nafiroşim. Yanî pereyê ku qezenc dikim têra mesrefên metbaxê nakin, lê wekî din tiştekî ku karibim bikim tune ye." Felhan wiha domand: "Ji bo sektora sînemayê ji nû ve zînde bibe divê dawî li şert û mercên şerî bên û mercên aştiyê bên peydekirin. Hîn jî hêviya min heye. Wê aştî bê herêmê û dê sektora sînemayê wek berê zînde bibe."