Mizgîniya çi didin şirnexiyan? 2017-05-25 09:15:15 ŞIRNEX - Tê derpêşkirin ku 2 milyar û 725 milyon lîre "veberhênanî" ji bo Şirnex û navçeyên wê hatine kirin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez wiha got: "Pereyê ku ji bo qereqol û qalekolan hatine veqetandin wek veberhêniyê tên nîşandan. Dewlet 'mizgîniya' îadeya mafî ya malên ku bi tank û topan rûxandine dide û vana wek veberhênaniyê berpêş dike." Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Hezexê piştî qedexeyên derketina kolanan, li qada ku avahî û xanî hatibûn serobinokirin niha dest bi çêkirina TOKÎ'yan hatiye kirin. Her wiha li gelek qadên ku piştî hatin serobinokirin û îstimlaqkirin, qereqol û qaleqol tên avakirin. Li ser bîlbordên ku "Bajarê me tê nûkirin" û "Jiyana ku me xeyal dikir li Şirnexê jîndar dibe" hatine nivîsandin, tê derpêşkirin ku 2 milyar û 725 lîre pere hatiye xerckirin. ‘ÎADEYA MAFÎ NABE VEBERHÊNANÎ' Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, der barê van "veberhênaniyên" ku tim rayedarên hikûmetê û çapemeniya ku nêzî wê ye behsa wê dikin axivî. Îrmez, dest nîşan kir ku ev "veberhênanî" ji bo binavayiya ku ji bo polîtîkayên ewlehiyê hatine çêkirin hatine xerckirin. Îrmez a ku got "Dewlet 'mizgîniya' îadeya mafî ya malên ku bi tank û topan rûxandine dide û vana wek veberhênaniyê lanse dike" dest nîşan kir ku, îadeya mafî nabe veberhênanî. Îrmez, diyar kir ku îhaleyên tên dayîn pêşkeşî fîrmayên ku nêzî AKP'ê ne tên kirin û wiha got: "Dewlet mecbûr e ku cihê ku xera kiriye ava bike û nikare vî tiştî wek lutfekê berpêş bike." ‘PARA KU JI BO QEREQOL Û QALEQOLAN HATIYE VEQETANDIN WEK VEBERHÊNANIYÊ TÊ NÎŞANDAN' Îrmez, bir bîr xist ku yek ji bajarên ku rêjeya betaliyê lê zêde ye Şirnex e. Îrmez, der barê nûçeyên ku piştî qedandina jîngehên TOKÎ'yan dê li bajêr gelek kes bên îstihdamkirin jî wiha got: "Îktîdar behsa veberhênaniyên xeyalî dike. Pereyê ku ji bo qereqol û qalekolan hatine veqetandin wek veberhêniyê tên nîşandan. Qaleqolên ku tên çêkêrin dê îstihdameke çawa peyde bikin? Ji xwe liv û tevegera aborî ya heyî jî ji holê radikin. Di demên dawî de dewlet merasîma vekirina qereqol û qeleqolên xwe li dar dixe. Ji bo bajêr dorpêç bikin, para ku ji budçeyê hatiye veqatandin li tiştên wisa xerc dikin." İrmez wiha axivî: “Dê bi van veberhênaniyan îstihdama polîsên ku bînin bajêr bikin. Dê şirnexî li van avahiyan nexebitin. Vî tiştî wek veberhênaniyê nîşan didin, ev xeyrî exlaqî ye."