Welatiyên Sûrê: Ji ber bêaviyê bimirin jî em ê paşeroj û bîranînên xwe nedin 2017-05-25 09:19:26 AMED - Li taxên Alîpaşa û Lalebey a navçeya Sûrê ku di bin navê "veguherîna bajar" de tên xirakirin û ji bo ku welatî ji taxê derkevin 2 roj in ceryan û av hatiye qutkirin welatiyan diyan kirin ku ew ji ber bêavî û tîbûnê bibimirin jî dê taxên xwe neterikînin. Li navçeya Sûrê ya Amedê di 28'ê Mijdara 2015'an de piştî ku qedexeya derketina derve hate îlankirin 6 tax hatin xirakirin û niha jî taxên Lalebey û Alîpaşa di bin navê "veguherîna bajar" de ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê û Qeymeqamiya Sûrê ve tê xirakirin û welatiyên li vir dijîn jî bi zorê ji cih û warên xwe tên derxistin. Li navçeyê bi mehan e anonsên wekî "malên xwe vala bikin" tê kirin, piştî van anonsan rojên borî Şaredariya Sûrê û Qeymeqamiya Sûrê ceryan û ava taxan qut kir û dest bi xirakirinê kirin. GEL LI DIJÎ XIRAKIRINÊ DI NOBETÊ DE YE Li taxan ewil bi xirakirina 2 hezar malên ku hatine valakirin dest bi xirakirinê hate kirin. Welatiyên ku mal, paşeroj, zarotî, bîranînên xwe naxwazin bihêlin û biçin devarên din jî malên xwe naterikînin. Ji bo ku welatî ji taxan derkevin û malên xwe vala bikin 2 roj in ava mizgeft û dibistana taxê jî di nav de hemû av û ceryan hatine qutkirin. Welatiyên ku dizanin ger ku ji malên xwe dur bikevin dê malên wan bê xirakirin, ligel hemû zor û zehmetiyan dibêjin ewê malên xwe neterikînin. 'RE TENÊ MALA ME DIXWAZIN HEMÛ BÎRANÎNÊN ME JÎ BIGIRIN' Welatiyê bi navê Mevlut Dagtaş ê ku 42 sal in li navçeya Lalebeyê dijî diyar kir ku bi trilyoan pere jî bidin wî ew ê mal û taxa xwe neterikîne û neçe. Dagtaş ê gotina "mala ku 3 malbat dijîn xirakirin ne di îslamê de ne jî di mirovahiyê de heye" bi kar anî wiha axivî: "Ez li vir ji dayik bûm û mezi bûme. Min bav û hevsera xwe li vî malê winda kir. Ji me tenê malan dixwazin paşeroj û bîranînan jî bigirin. Em ê vê yekê qebûl nekin, nikarin qebûl bikin. Bi tank û topan ve bên xira bikin ew cuda, lê em ê tu caran ji vir dernekevin. Em canê xwe jî bidin, paşeroj û bîranînên xwe nadin." 'EM JI BER BÊAVIYÊ BIMIRIN JÎ DERNAKTEVIN' Dagtaş diyar kir ku cihên dîrokî tê xirakirin û li şûna vê tê xwestin ku malên ku dewlemend bên rûnên çêbikin û wiha berdewam kir: "Li vî navçeyê bi sedan mirov hebûn lê bi awayekî hemû jî dan koçberkirin. Ma qet dîn û îmanê van tuneye." Dagtaş got ku ava ku vexwin an jî destmêjê bigirin nabînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ava mijgeftê jî qut kirin. Cihê vê yekê di misilmaniyê de tuneye. Ger ku hûn difikirin bi vî rengî me ji taxan derxînin hûn şaş difikirin. Em ji ber bêaviyê bimirin jî dernakevin." Welatiya bi navê Hatîce Kaya jî wiha got: "Em pereyê wan jî malên wan jî naxwazin. Mala me ji axê be jî dixwazin li vir bimînin, em dixwazin li taxa ku bi salan e em lê dijîn jiyana xwe bidomînin. Bila êdî dev ji me berdin." 'TU HÊZ NIKARE MIN JI VIR DERXÎNE' Welatiya bi navê Zekiye Tanrikulu ya 70 salî jî diyar kir ji roja ku ji dayik bûye heta niha ji taxa Alîpaşa neçûye cihekî û ji ber ku deryan tuneye dondurmeyên ku li dikana xwe difiroşe û debara xwe pê dike jî hemû heliyan e. Tanrikulu ya gotina "ne dondirme ji ber bêaviyê em bihelin jî dev ji vî taxê bernadim, nahêlim" bi kar anî wiha berdewam kir: "Ev cih û warê min e, taxa ku ez mezin bûme ev der e, Ez li ciheke din nikarim bijîm. Ez li vir ji dayik bûm. 70 salan min jiyan kir û ez ê li vî taxê bimirim. Tu hêz nikare min ji vir derxîne." Tanrikulu anî ziman ku ji ber av tuneye 4 roj in nekariye destmêjê bigire û nimêja xwe bike û wiha got: "Di îslamê de tiştekî bi vî rengî min ne hibistiye ne jî dîtiye. Bila guneh li stuyê wan be. Ez bi tiştên ku li vir difiroşim ve debara xwe dikim. Dema ku ceryan tuneye nikarin bifiroşim. Bila xwedê ji wan re nehêle." Dayika bi navê Fatma Baytekîn jî hestên xwe bi gotina "Ger ku ez ji taxê derkevin nikarim bijîm" anî ziman jî wiha got: "Ez mal, ax û hebûna xwe nadim kesekî. Bila qet zorê nekin çi dikin bila bikin jî ez ji vir naçim."