Bêyî perwerde bibîne keştiyan çêdike 2017-05-25 09:20:26 MÊRSÎN - Xerat Mehmet Kurtyildiz, ji zarokantiya xwe heta niha bêyî perwerde bibîne û bêyî projeyan xêz bike keştî û qeyik û sandalan çê dike. Kurtyildiz ku debara xwe li ser vî karî dike diyar kir ku ji bo fêrbûna vî karî divê ji zarokantiyê de dest pê bike. Li taxa Karaduvarê ya Akdenîza Mêrsînê xerat û esnafê bi navê Mehmet Kurtyildiz, ji zarokantiya xwe heta niha xeratiyê dike û keştî, qeyîk û sandalan çêdike. Kurtyildiz beyî perwerde û bêyî projeyan xêz bike qeyik û keştiyan çê dike û debara malbatê dike. Kurtyildiz, 40 salin pîşeyê karê keştî û kelekan çê dike. Kurtyildiz ê ji Kastamonu ye, diyar kir ku ji zarokantiya xwe heta niha vî karî dike û ev kara ji zarokantiyê de tê fêrkirin. Kurtyildiz, anî ziman ku li gorî mezinbûn û cureyên qeyik û keştiyê keda wê û dema wêj jî tê guhertin û ji bo çêkirina keştiyekê di navbera 10 - 20 ton êzîk lazim im û wiha got: "Ostatiyek mezin jêre divê. Berê em îskeletê wê çêdikin û piştre em nava wê tije dikin. Gelek zor û zahmet e. Lê karekî xweş û girîng e. Karekî hêsan tune. Divê ji zarokantiyê de mirov fêrî vî karî bibe. 40 salin vî karî dikim. Li gori salên berê kar kêm bûye. Dewletê zagon derxistin. Divê kesên keştiyan çêdikin ruhsatê ji Midûriyeta Kendavê bistînin. Ev jî zor e. Kesên ruhsata wan tune be em nikarin keştin ji wan re çêkin. 15 salin êdî em nikarin ji bo kesên taybet keştiyan çêkin. Her tişt girêdayî destûrê ye."