Wesayîta polîsan qulipî: 3 polîs birîndar bû 2017-05-25 11:05:17 MÊRDÎN - Li Nisêbînû wesayîta zirxî ya polîsan a dewriye digeriya qulipî, di qezayê de 3 polîs birîndar bû. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê wesayîta polîsan a li cadeya Îpekyolu ya taxa Girmeliyê dewriye digeriya ji ber sedemekî nediyan qulipî. Di qezayê de 3 polîsên ku navên wan nehat hînbûn birîndar bû. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.