Alîkarî hewaleyî emniyetê kirin: Çi bêj e ew e! 2017-05-25 11:51:44 AMED - Li Bismila Amedê Attila Yenisoy, ku tîmên taybet bi qûndaxa çekê hestiyê pişta wî şikandin û ji ber vê piştxûzî bû, bi boneya Hefteya Berastengan ji bo motora berastengan serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Bismilê da, lê belê weqfê bi hinceta "Ewlehiyê" motora berastengan neda Yenisoy. Li Bismila Amedê, di sala 1992'yan de tîmekî taybet bi qûndaxa çekê hestiyê pişta bavê 5 zarokan Attila Yenisoy (45) şikand û ji wê rojê heta niha Yenisoy piştxûzî ye. Yenisoy, bi salan e di nav şert û mercên zehmet de li ber xwe dide û bi motora xwe ya berastengan jiyana xwe îdame dike. Her wiha Yenisoy li gel vê rewş û weziyeta xwe jî nêzî 10 salan Serokatiya Komeleya Berastengan a Bismilê jî kiriye û di dema serokatiya xwe de alîkarî û piştevaniya gelek welatiyên berasteng kiriye. Yenisoy, bi boneya 10-16'ê Gulanê Hefteya Berastengan ji bo motora berastengan serî li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Bismilê da. Lê belê li gel ku ji sedî 75 rapora berastengiyê ya Yenisoy heye jî, gerînendeyê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Navçeyê hinceta "Ewlehiyê" berpêşî Yenisoy kir û jê re got ku, ew nikarin motorê bidin. Yenisoy ê ku nikare pişta xwe rast bike û bi zor û heft bela dimeşe, li hemberî vê rewşa nedayîna motora berastengan bertek nîşan dan û tiştên hatine serî wî vegotin. ‘DI HEFTEYA BERASTENGAN DE ASTENGÎ DERXISTIN' Yenisoy, ragihand ku bi boneya Hefteya Berastengan motorên berastengan hatine belavkirin, lê belê Qeymeqamê Bismilê Turgay Guleç, ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bismilê hatiye kirin, di Hefteya Berastengan de astengî derxistine. Yenisoy, dest nîşan kir ku rayedar welatiyên berastengên ên li Bismilê kirine du beş û wiha axivî: "Di Hefteya Berastengan de dê motor li me 12 kesên berasteng bihatanan belavkirin. Ji bo em motorên berastengan wergirin, me her 12 kes yeko yeko daxwazname dan Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Navçeyê. Daxwaznameyên me teslîmî heyetê hatin kirin. Heyet ji van daxwaznameyan 5 jê betal kirin. Kesên daxwaznameyên wan hatin betalkirin motor wernegirtin. Ji van kesan bi hinceta 'ewlehiyê' motor nedan me 3 kesan. Li ser vê yekê ez çûm Gerînendetiya Weqfê. Min sedema ku ji bo çi motorê nadin min ji wan pirsî. Gerînendeyê saziyê ji min re got, 'heyet qebûl nekiriye' û bi hinceta 'ewlehiyê' nedaye. Dosyeya min a berastengiyê temam e, lê dîsa jî motor nedan min. Min naveroka hinceta 'ewlehiyê' ji wan pirsî. Gerînende ji min re got 'Em van nivîsan ji muduriyeta polîsan re dişînin. Heke muduriyeta polîsan munasib bibîne, em alîkariyê dikin. Heke munasib nebîne em nikarin bikin.'" ‘WEK HINCET KEKÊ MIN Ê KU HAT WINDAKIRIN NÎŞAN DANE' Yenisoy, anî ziman ku ev hincet neketiye serê wî û li ser vê wî careke din hinceta "Ewlehiyê" ji gerînendeyê saziyê pirsiye. Yenisoy, ragihand ku gerînendeyê saziyê gotiye "Ji ber kekê te wisa bûye." Yenisoy wiha domand: "Kekê min Turgut Yenisoy (28), di sala 1994'an de dema bavê 6 zarokan bû çawîşên pispor ew ji mala wî ya Bismilê revandin. Di salên 90'î de li Bismilê çawîşên pispor ên bi navê Reco, Ahmo û Silo hebûn. Wan kekê min revand. Ji roja ku kekê min hat revandin heta niha me tu agahî jê wernegirtine. Me serî li dadgehê da, lê hîn jî dadgehkirin didome. Heta niha tu encam jê derneketine. Hinceta 'ewlehiyê' ya ku motor nedane min ji ber vê bûye. Dewlet hem kekê min direvîne û winda dike, hem jî niha windakrina kekê min wek astengiyekê dide nîşandan. Mafê min ê herî xwezayî ye ku vê motorê bidin min. Di dewleteke civakiyî de, divê bi awayekî wekhev nêzî mafê her kesî bi taybetî jî yên berastengan bibin. Lê mixabin me dît ku heta niha welatîbûna me û berastengîbûna me nehatiye qebûlkirin." ‘YÊN ASTENGIYAN DIDIN BER MIN BILA MIN JI WELATÎBÛNA XWE BAVÊJIN' Yenisoy, anî ziman ku di salên 90'î de ew di pêvajoyeke dijwar re derbas bûne, lê belê ew ê dev ji meseleya motora ku bi hinceta "ewlehiyê" nedane wî bernede. Yenisoy wiha got: "Berasteng im, lê dewlet astengeke duyemîn dide ber min. Ka ez ê bêjim çi. Ez ê li hemberî van astengiyên dewletê heta dawiyê li ber xwe bidim." Yenisoy, bang li kardêr û rêxistinên civaka sivîl kir û wiha got: "Dixwazim li hemberî van astengiyên dewletê derkevin û xwedî li berastengan derkevin. Dixwazim ji bo me motorên berastengiyê bên stendin." ‘JI WÊ ROJÊ HETA NIHA BERASTENG IM' Her wiha Yenisoy behsa bûyera ku hat serê wî jî kir. Yenisoy wiha got: "Di sala 1992'yan de li gundên Cirzê û Qunzêrîb ên girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ne, pevçûn derket. Ji bo em biçin qada pevçûnê, em li Serê Pirê ya Bismilê kom bûn. Dema em li hev kom bûn, tîmên taybet êrîşî gel kirin. Min jî nesîbê xwe ji vê êrîşê girt. Tîmekî taybet bi qûndaxa çeka xwe ya lûle dirêj gelek caran li pişta min da. Di vê êrîşa tîmê taybet de hestiyê pişta min şikiya û ji wê rojê heta niha berasteng im." MIDÛRÊ WEQFÊ: HETA MIDÛRYETA POLÎSAN ERÊ NEKE EM NIKARIN BIRYAR BIGIRIN Midûrê Weqfa Piştgirî û Piştevaniya Civakî ya Bismilê Yusuf Demîr ku me îdîayên Yenîsoy rê pirsîn wiha got: “Xebata me ya motorên astengdaran hat betalkirin. Êd3i di çarçoveya mijarê de motorên kul eza 6 kîlometreyan derbas dike hatin qedexekirin. Ji ber qezayên di demên dawî de tên jiyîn hat betalkirin. Di hefteya astengdaran de rojevek me ya ku em ji astengdaran re motor peyda bikin hebû. Me mijar lêkolîn kir û dema me bihîst qedexe ye me betal kir.” ‘DI ŞANDINA DOSAYAN A JI BO MIDÛRYETÊ DE TU PIRSGIRÊK TUNE NE’ Demîr, li ser pirsa hûn dosyayên kesên serlêdan dikin dişinin midûryeta polîsan an na bersiva “Dosyayên ji me re tên em dişinin midîryetê. Ji bo bên zanîn ku endamên FETO û PKK’ê yan jî partîzanên wanin li GBT’a wan tê nêrîn. Tu pirsgirêka vê tune ye. Di demên dawî de ji ber tiştên tê jiyîn em bi hestiyarî tevdigerin di van mijaran de. Ev ji bo FETO û rêxistinên din ên terorê jî derbas dibe. Heta midûryet erê neke em dosyayan didin rawestandin. Ne tenê ji wî re ji kesekê re motor ne hat dayîn. Teqdîr a heyeta mûteweliye. Ew ji biryarê bidin biryar a wane” da. Li ser pirsa “beriya niha jî dosya ji midûryetê re dihatin şandin” midûr wiha got: “Ev di dema dawî de derket. Em daxwaznameyên ji me re tên dayîn ji midûryeta polîsan re dişinin. Êdî midûryet çi biryarê dide ji dosyayê re heman biryar tê dayîn.” Bilal Guldem-dihaber