Derabeyên esnafên Yukselê dan girtin 2017-05-25 12:12:37 ENQERE - Ji ber ku polîsan cadeya Yukselê ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û kolanên din ji aliyê polîsan ve hatin girtin esnaf nikarin siftehê bikin. Gelek esnaf 3 roj in derabeyên dikanên xwe venakin. Cadeya Yukselê ya ku akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karên xwe hatin avêtin 196 rojan çalakiya rûniştinê, 76 rojan jî greva birçîbûnê berdewam kirin û piştre hatin girtin hê jî girtî ye. Têketinên cadeya Selanîk, kolanên Karanfîl û Konurê bi TOMA û bariyeran ve hatine girtin. Duh jî solana Karanfîlê bi temamî hatibû girtin. TOMA, WESAYÎTÊN ZIRXÎ Û POLÎSÊN SIVÎL TIJÎ NE Dîsa li Kizilayê li cadeya Meşrutiyetê TOMA û wesayîtên zirxî û li Guven Parkê jî TOMA tên rawestandin, li qadê tevgera polîsên sivîl dibe sedema nerazîbûna esnafan. Li cadeya Yukselê nêzî 70 esnaf, ji ber dorpêça polîsan rojê bi zirarê dikanên xwe digirin. Gelek esnaf 3 roj in derabeyên dikanên xwe venakin. Welatiyê bi navê Bektaş Ozcan ê li cadeyê esnaf e diyar kir ku nikaren kar bikin û wiha axivî: "Berê dema çalakiya Gulmenan de tu pirsgirêka me tunebû heta mirov zêdetir dihatin. Lê 3 roj in polîs êrîşî derûdorê dikin, gaz davêjin, mirovan ditirsîne û mirov ji ber vê yekê nayên. Mirovan mexdûr dikin lê zirar me tuneye, ger ez rojekî nexebitim nikarim heqê xebatkaran bidim. Dewlet qet li hev nake kî seqet bûye kî miriye ne xema wî ye. Tên gaz davêjin û diçin." 'JIXWE DAN GIRTIN ÇI DIXWAZIN' Ji esnafan Alî Kaya jî ji ber rewşa heyî gelek aciz e. Kaya wiha aşivî: "Mirov nikarin derkevin kolanan, ditirsin di tevgerekî herî biçûk de êrîş dikin. 5-6 ga avêtin me muşteriyên xwe yên aliyê pêş girt aliyê paş piştre hemûyan terikandin. Ew mirov terikandin lê wan mirovan kolan zindî dikir bi şev li van deran mirovên ku derdiketin li ber Abîdeya Mafên Mirovan govend digerandin û tu pirsgirêk jî tunebû. 3 roj in kes nayê vê derê. Jixwe bi zorê girtin ma êdî çi dixwazin?" Ji esnafên Konurê Osman Akkuş jî wiha got: "Li welatên demokratîk zirara esnafan tê dayîn, kolanek nikare bê dagirkirin lê li vir bi TOMA'yan ve kolan hatine dagirkirin. Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kulîlkên vî kolanê bûn. Ez naxwazim pirsgirêka madî derxînim pêş pirsgirêka me ya muxalefetê heye." Akkuş xwest ku Şaredariya Çankayayê mudaxuleyê vî yekê bike. Li cadeya Yukselê ya ku hatiye girtin êvarê saet di 21.00-23.00'an de kesên ku firoşkariya seyar dikin ji ber dorpêça polîsan aciz in. Onur Guner ê ku li Zanînfeha Hacettepeyê dixwîne û bi firoşkariya seyar ve debara xwe dike jî iwha got: "Ez lêçûnên xwe yên yurdê û yên dibistanê bi firotina pirtûkan bi cih tînim. 3 roj in nikarim bixebitim, ez nizanim ku pereyê yurdê çawa bidim. Di berxwedana Geziyê de ev cade nehatin girtin. Lê niha Abîdeya Mafên Mirovan jî di bin çavan de ye. Divê îktidar li xwe vegere."