7 kes hatin binçavkirin 2016-12-03 16:34:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Şirnex û Dersimê di serdegirtinê malan de 7 kes hatin binçavkirin. Li Edene di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Edeneyê Li navçeya Mazgêrdê ya Dersimê welatiya bi navê Ozlem Îlbeylî serê sibehê li mala xwe hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Îlbeylî nehat hînbûn û birin Qereqola Cendirmeyan a Dersimê. RÊVEBERÊ SES'Ê HAT BINÇAVKIRIN Li Şirnexê Rêveberê SES’ê Selahattîn Barinç li ber mala xwe ya li taxa Gazîpaşa hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Barinç nehat zanîn û Barinç li Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê tê ragirtin.