Redkarê Wîcdanî, ji ber neçûna leşkeriyê hat darizandin 2017-05-25 13:48:05 ÎZMÎR - Li Îzmîrê doza kesê bi navê Murat Kirmizioglu ku derbarê wî de bi îdîaya “qecexê leşkeriyê ye” doz hat vekirin, hat dîtin. Kirmizioglu diyar kir ku wî ji ber fikrên xwe reda wijdanî daye û leşkeriyê nake. Doza redkarê wijdanî Murat Kirmizioglu yê bi îdîaya “qecexê leşkeriyê ye” tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Îzmîrê hat dîtin. Di doza ku Kirmizioglu û parêzerênwî amade bûn de piştî nasandina nasnameyan dest bi parastinê hat kirin. Kirmizioglu, di parastina xwe de diyar kir ku ji ber ew antîmîlîtarîste na xwaze biçe leşkeriyê, reda wijdanî daye û ji ber fikrên xwe leşkerî red kiriye. Kirmizioglu, got ku tu sûcê wî tune ye. Piştre parêzerê wî parastin kir û da zanîn ku ew tevlî paratina mûwekîlê xwe dibe û ji bo berhevkirina dosyayê dem xwest. Heyeta dadgehê doz taloqî 28’ê Îlonê kir.