Ji bo Yuksekdag kampanya 2017-05-25 14:51:33 NAVENDA NÛÇEYAN- SKB ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag beriya doza di 4'ê tîrmehê bi slogana "Fîgen Yuksekdag teslîm nabe, îradeya jinê nayê bêdengkirin" kampanya dide destpêkirin. Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê (SKB) ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag beriya doza wê ya dê di 4'ê tîrmehê de bê dîtin kampanyayê dide destpêkirin. Di 31'ê Gulanê de li hin bajarên Ewropayê dê bi daxuyaniyan ve starta kampanyayê bê dayîn û têkîldarî kampanyayê daxuyaniyekî nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Pêvajoyên darbeyê rûyê xwe yê herî diyarker bi atmosfera siyasî ya ku qadên jiyanê yên jinan tendg dike ve nîşan dide. Îktidara siyasî, darbe û keyfperestiya şer ve destkeftiyên jinan tê desteserkirin. Siyasetmedareke ku li Meclîsê wekî îradeya jinan li dijî hemû êrîşên dîktatoriyê ya li ser jinan li ber xwe daye ye. Di 4'ê Mijdara 2016'an de piştî êrîşên binçavkirin û girtinê ya parlamenterên HDP'ê heta niha bi polîtîkaya dîktatoriye AKP-Erdogan a dîlgirtinê li zindanê ye. Em divê rûmet, îradeya xwe îro li girtîgehan di serî de Fîgen Yuksekdag û hemû wekîlên me yên jin ên ku zilma rû bi rû dimînin piştevaniya xwe bihûnin. Li hemberî dozên neadil ên der barê wan de hatine vekirin û darizandinên tên kirin divê em daxwaza wan a azadiyê xurtir bikin. Aşkera ye ku ev dadgeha ku Fîgen Yuksekdag tê darizandin adil û hiqûqî Nîne. Yuksekdag jibilî têkoşîna ji bo wekheviya gelên me û bindestan 'sûcek' nekiriye. Em weke jin ji ber hevkariya vî 'sûcî' ser bilind in. Em ê kampanyaya xwe ya 'Fîgen Yuksekdag teslîm nabe, îradeya jinê nayê bêdengkirin' a heta 4'ê tîrmehê kolan bi kolan, mal bi mal xurt bikin. Heta ku Fîgen Yuksekdag û hemû bijarteyên me azadiya xwe bi dest bixin, li dijî dîktatoriya yek zilam û nîzama saltenatê em ê têtoşîna xwe bidomînin. Ji Fîgen Yuksekdag û hemû siyasetmedarên jin ên hatine hilbijartin re azadî."