Jina bi pitika xwe ya 3 mehî ve hatibû binçavkirin hat berdan 2017-05-25 15:05:03 MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê Gulîstan Konuş a ku bi pitika xwe ya 3 mehî ve hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wê hate girtin, hat berdan. Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê jina bi navê Gulistan Konuş a ku di serdegirtina malê de bi keça xwe ay 3 mehî Lenya ve hatibû binçavkirin, hate berdan. Hate hînbûn ku Konuş bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hatiye binçavkirin. Li aliyê din di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Artukluyê yê berî Nezîr Akalp, Sevîm Acay, Neval Bîngol û Abdulkerîm Sayakî yên biribûn Midûriyeta Polîsan jî li wir tên rawestandin.