Bi îdiaya 'Dê suîqastê li hember qaymeqam pêk bîne' hatin binçavkirin 2017-05-25 16:32:49 MÊRDÎN - Hat zanîn ku Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Eyup Guven jî tê de 7 kesên li Dêrikê serbest hatin berdan ji ber hinceta dê li hember qaymeqam suîqastê pêk bînin hatine binçavkirin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 16’ê Gulanê de tê de endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a bi KHK’yan hatîbû girtin Eyup Guven heyî alîkarê serokê DBP’ê yê navçeyê Burhan Temel, xebatkarên Şaredariya Dêrikê Zelal İşikkirik, Emrah Ayverdî, M. Şerîf Eye, cotkar M. Emîn Kaya û esnaf Fadîn Denk hatibûn binçavkirin. Kesên hatîn binçavkirin piştî Muduryeta Polîsan a Mêrdînê îfadeya di 22 mehê anîn adliyeya navçeyê. Dozgeriyê her 7 kes bi şerta kontrola edlî serberst bê berdan sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê jî nivîsakar 6 siyasetmeran bi şerta kontrola edlî, Guven ji ber tenduristiya wî berda. ÎXBARA DÊ SUÎKASTÊ LI HEMBER QEYMAQAM PÊK BÎNİN Li gorî agahiyên kesên serbest hatin berdan di miduriyeta polîsan de ji wan re, “Mailek ji me re hat. Di maila îxbarê de dihat gotin ku ev kes civînên veşartî digirin. Tên ba hevdu. Dê suîqast li hember qaymaqamê Dêrîkê pêk bînin” hatiye ragihandin.