Kemal Gun kurê xwe sipart axê 2017-05-25 19:50:00 DERSIM - Kemal Gun, ku ji bo hestiyên kurê xwe yê ku hat kuştin wergire tam 90 rojî di greva birçîbûnê de ma, hestiyên kurê xwe yên ku teslîm wergirtin sipartin axê. Di 7'ê Mijdara 2016'an de, Çemê Çetê yê di navbera navenda Dersimê û navçeya Xozatê de ye hatibû bombebarankirin û di vê bombebaranê de 11 DHK-C'yî jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji van kesan Murat Gun bû. Bavê Murat, Kemal Gun ji bo hestiyên kurê xwe wergirin tam 90 rojî di greva birçîbûnê de ma. Îro 160 perçeyên hestiyan ên ku hat gotin Murat Gund jî di nav de aîdî 9 DHK-C'yiyan e, ji aliyê Kemal Gun ve ji Amîrtiya Zabiteyan a Şaredariya Dersimê hatin wergirtin. Li vir cenaze xistin ambulansê û anîn morga Mala Cemê ya Xozatê. Bav Kemal Gun ket morgê, darbest vekir û li hestiyan nihêrî. Pişt re derket derve û axaftineke kurt kir. Kemal Gun, anî ziman ku wî gotibû heta ku ew hestiyên kurê xwe wernegire ew ê dawî li greva xwe neyîne, lê belê îro hestî radestî wî hatin kirin û ji ber vê ew di roja 91'emîn de dawî li greva xwe dîtine. Gun, ji bo malbatên ku cenazeyên wan nehatine teşhîskirin jî beşdarî merasîma cenazeyî bibin, xwest merasîm sibê bi beşdarbûyîna wan bê lidarxistin. Lê belê Walîtiya Dersimê ev tişt qebûl nekir û li Mala Cemê merasîm hat lidarxistin. Piştî nimêjê darbest bi falmayeke sor û gulan hat nixumandin û li ser milan, bi berzkirina dirûşmeyan heta Goristana Xozatê hat veguhastin û li goristanê hat definkirin. Dê sivê Kemal Gun bibin Stenbolê û li nexweşxaneyekê bê tedawîkirin.