Dayika Şemiyê Nezîre: 23 sal in di dilê min de hesreta gorê maye 2017-05-26 09:04:53 AMED - Dayika Şemiyê Nezîre Baran a 23 sal in ji bo hestiyên hevjînê xwe bibîne têdikoşe wiha got: “Her şev ez li benda lêxistina derî mam; lê niha dema gorek komî tê vekirin, dibêjim dibe ku hestiyên hevjînê min derkevin bi kelecan dibin. Hesreta ez hestiyên hevjînê xwe bibînim û gorekê jê re çêbikim di dilê min de maye.” Li gundê Aktepe yê Çinara Amedê di 13’ê Çileya 1994’an de Omer Oner ê ji bo pezê xwe biçêrîne ji mal derket carekdin venegeriya. Piştî Oner hat windakirin hevjîna wî Nezîre Baran têkoşîna jiyana û windahiyê destpê kir. Malbat bi rojan li gundên derdorê li Oner geriyan lê tu agahî ne girtin. Piştî demekê Nazîre Baran diçe qereqola Çinarê û serlêdanê windahiyê dike. Baran pêvajoya zehmet a jiyaye wiha vedibêje: “Bi mehan me li hemû deriyan xist. Em ewqas bêçare bûn me got ger kesek bibîne em ê pere bidin wan. Piştre ji gundê Cirzê yê girêdayî Stewrê agahî hat û gotin ku traktoreke riya xwe windakiriye hatiye gund. Gundiyan gotin ‘Ji ber şev tarî bû ew motora ku ne ji günde riya xwe windakiriye. Di vê rê re çûn û venegeriyan’. Gotin ku riya traktor çûye gundên Hîzbullahê yên ku dewletê çek dane wan hene. Agahiya herî dawî me girtî ev bû.” WEKÎ WINDA NEHAT PEJIRANDIN Baran, da zanîn ku piştî wan serî li qereqolê dan, leşkeran bi lîsteyekê ser gund de girtine, gotin “Omer Oner li kûye” û wiha got: “Dema me got ‘windaye’ leşkerekî got ‘winda nîne çûye tevlî PKK’ê bûye’. Kesên tevlî PKK’ê dibin agahî ji malbatên xwe re rêdikin; me jî got me ji hevjînê min agahiyek wiha ne giritye.” BI SALAN LI ŞOPEKÊ GERIYAN Piştî wê rojê 6 salên ku li gund maye leşkeran her tim bi ser mala wê de girt. Di wê pêvajoyê de gelek malbat ji ber zextan ji gund koçber bûn. Lê Baran û hinek malbatên din li gund dimînin. Destpêkê diçe Bismilê; lê piştî 10-20 rojan ji ber nekarî ji bîranîna hevjînê xwe dûr bimîne vegeriya gund. Bi salan ligel birayên hevjînê xwe dema agahiyekê dibihîzin dikevin rê û li şopekê digerin. Piştî 8 meh temam bûn, leşkeran agahiya traktora hevjînê wê bikar aniye li gundê Tavuklu ya girêdayîn navenda Amedê ye dîtine dan. Traktora hatiye gulebarankirin li cihekî dûrî gund hatibû hiştin. TÊKOŞÎNA JIYANÊ YA JINEKÊ DESTPÊ DIKE Baran a ku êşa windakirina hevjînê xwe ji hundirê xwe dernexistiye, ji ber zextên leşkeran bêzar dibe û leşker zextên xwe bi gotina “Hevjînê te tê mal û diçe ji ber wê tu ji gund naçî” didomînin. Hinek caran leşkeran rojê ducaran bi ser gund de digirtin. Baran heta ku li gund dimîne debaa xwe bi sewalkariyê dike û ji ber zext bi dawî nabin koçberî Amedê dibe û ji bo derbara xwe bike dikan cil dirûnê vedike. Baran, da zanîn ku ji bo zarokên wê têr bibin hinek caran wê pariyek nan jî nedixwar û wiha pêde çû: “Heta roja îro ez rojekê jî ne çûm ber deriyê dewletê, min alîkariya wan jî ne pejirand. Min hewl da pêşengî ji jinên derdora xwe re bikim. Ew jî wekî min xebitîn û debara mala xwe kirin.” ZAROKÊ LI BENDA BAVÊ XWE MAYE Dumeh piştî hevjînê xwe winda kir kurê xwe yê 1,5 salî jiyana xwe ji dest dide. Baran a ku dema hevjînê xwe winda kir keça wê ya biçûk 3 mehî û keça wê ya mezin 2,5 salî bû tiştên zarokên wê di wê pêvajoyê de jiyen wiha tîne ziman: “Keça min a mezin pir ji bavê xwe hez dikir. Di dema destpêkê ya hat windakirin de min ji wê re got; ‘Ji ber te li pey bavê xwe evqas girî bavê te çû’. 2 meh li benda bvê xwe ma, ji bo xwe ji bîr bike li mala apê xwe dima û nedihat mal. Dema hat mal bi keça apê xwe re li ber paçê rûnişt û li derve dinêrî. Li aliyê ku bavê wê çûyî nêrî û got; ‘Lê binêrin ew motora tê ya bavê mine?’ em hemû giriyan. Piştî mehan got; ‘Dayê zilamekî bi rih hatibû mala me ew çû kuderê? Çima nayê?’ min jêre got bavê wê ye ji bo bixebite çûye cihekî din. Keça min a biçûk jî bavê xwew ne dîtiye û di hemû jiyana xwe de valatiya wî jiya.” ‘HER ŞEV EZ LI BENDA LÊXISTINA DERÎ MAM’ Baran, anî ziman ku windakirina hevjînê wê badorek mezin li ser jiyana wê jî kiriye û wiha domand: “Ez 4 salan ji mirovbûnê derketibûm. Dema kesek dimire mirov xemgîn dibe şîn digire lê teseliya dil mane. Min her roj digot ‘wê niha jî derî derkeve û were’. Her şev ez li benda lêxistina derî mam; lê niha dema gorek komî tê vekirin em dibêjin dibe ku hestiyên me jî li wir bin û bi kelecan dibin. Dema gorek tê vekirin ez êşa wê malbatê dijîm.” Nezîre Baran, ligel ku ji ber karê mal û derve diweste jî dest ji berêxwedana zarokên xwe û lêgerîna hevjînê xwe bernade. Baran, ku dema li gund hêviya hevjînê wê saxe dijî, bi demê re hêviya xwe winda dike û tenê dixwaze ku hestiyên hevjînê wê bên dayîn. Her hefte di çalakiya xizmên windayan a Amedê de cihê xwe digire û dibêje “em hestiyên xwe dixwazin”. Baran Kemal Gun ê ku ji bo hestiyên kurê xwe bigire 90 rojan di greva birçîbûnê de ma bibîr xist û wiha got: “Ev dewlet wehşetek wiha pêk tîne ji ber kurd, ermenî, suryanî û elewî ne mirovan dikujin, piştre jî ji bo hestiyên xwe bigirin dihêlin ku mirov laşe xwe bidin ber mirinê. Ji te re dibêje; Ez ê te bikojim, te bixim girtîgehê, hestiyên te bavêjim nadim te û tu jî deng dernexîne. Ez rêzek mezin nîşanî çalakiya wî didim û êşa wî di dilê xwe di hîs dikim. Hesreta ez hestiyên hevjînê xwe bibînim û gorekê jê re çêbikim di dilê min de maye. Goreke ku ez bi keçên xwe re biçim ser tune ye.” Baran, bi lêv kir ku ji Şêx Saît, Seyîd Riza heta roja me ya îro dewletê mafê çêkirina gorên kesên xwe ji destê wan girtine û wiha axivî: “Dewlet dibêje ‘bila ax, ziman û dîroka xwe ji bîr bikin. Kurd xwe jibîr bikin’ hestiyên me nadin. Hêjî hestiyên Şêx Seît tune ne gora wî tune ye lê gel têkoşîna wî didomîne. Çi dikin bila bikin mirov tiştên jiyane ji bîr nakin. Ger em bimirin û bên veşartin jî em ê tiştên jiyane di gora xwe de ji bîr nekin.” Dîcle Muftuoglu - dihaber