31 sal in li benda bijîşkekî ye 2017-05-26 09:05:38 WAN - Ocaxa Tenduristiyê ya Gundê Sore Dêrê yê Elbaka Wanê 31 sal in li benda bijîşk û hemşîreyekê ne. Niştecihên gund anîn ziman ku, Navenda Tenduristiya Malbatan a ku dihat plankirin dê bê çêkirin jî bi hinceta li gund "cerdevan tune ne" nehatiye çêkirin. Li Ocaxa Tenduristiyê ya li Gundê Sore Dêrê yê Elbaka Wanê 31 sal in ne bijîşk ne hemşîre û ne jî xebatkarên tenduristiyê hene. Li vî gundê ku 40 kîlometre dûrî navçeyê ye û 100 xane lê hene, zêdeyî hezar û 400 kes dijî. Li gund avahiya ocaxê 31 sal berê hat çêkirin, lê ji ber bêxweyîtiyê êdî ketiye rewşeke ku nayê bikaranîn. ÎDIAYA ‘TAHSÎSAT JI BO ME HAT ŞANDIN, LÊ NAVENDA TENDURISTIYÊ LI GUNDÊ CERDEVANAN HAT ÇÊKIRIN' Niştecihên taxê îdia dikin ku, dê li gundê wan Navenda Tenduristiya Malbatan bihatana çêkirin, lê bi hinceta li gundê wan "cerdevan tune ne" navend li gundê Eşmepinarê hatiye çêkirin. Ji niştecihên gun Ubeyid Karaboga yê 65 salî wiha got: "Dewlet ji bo çêkirina Navenda Tenduristiya Malbatan tahsîsat ji gundê me re şand. Lê belê, ji ber ku li gundê me cerdevan tune ne navend li gundê ceredvanan hat çêkirin." ‘BI AWAYEKÎ ZÊDE EM LI NOQTEYÊN LEŞKERÎ TÊN RAWESTANDIN' Karaboga, anî ziman ku dema em ji bo venêrîna tenduristiyê diçin gundê Eşmepinarê, li noqteya leşkerî ya Qereqola Cendirmeyan a Eşmepinarê leşker wan bi awayekî kêfî radiwestînin û wiha ragihand: "Mirovên tenduristiya wan baş jî li van noqteyên leşkerî nexweş dikevin. Bi awayekî kêfî wisa dikin. Nexweşên tansiyon, şekir û yên lezgîn li van noqteyan perîşan dibin. Ji dêvla ku em biçin cihekî din, bila li gundê me ocaxa tenduristiyê çêbikin." ‘HETA EM DIGIHÎNIN NEXWEŞXANEYÊ DIMIRIN' Karaboga, dest nîşan kir ku zivistanê pirsgirêkên nexweşxaneyê zêdetir dibin û wiha axivî: "Gelek mirovên me heta ku em wan digihînin nexweşxaneya Elbakê di rê de dimirin. Bi taybetî jî şert û mercên zivistanê bandoreke neyînî li jinên ducanî û zarokan dike. Gelek jê di rê de dimirin." ‘YÊ TÊ TAYÎNKIRIN DIÇE' Li ser vê me xwe gihand Gerînendetiya Tenduristiya Bajêr. Rayedarên gerînendetiyê diyar kirin ku, xebatkarên tenduristiyê tayînî ocaxa tenduristiyê tên kirin, lê belê piştî tên tayînkirin mehekê an jî du mehan şûnde ji wir vediqetin. Rayedar bereksê îdiaya "bi salan e kes nayê" got û wiha axivî: "Personelê ku tê tayînkirin mehekê an jî du mehan dixebite. Ji ber ku naxwazin li gund bixebitin, derbasî Bijîşkiya Tenduristiya Malbatê dibin û ji gund vediqetin. Di qanûnê de sepandineke wisa heye." 8 SAL BERÊ HATIBÛ GOTIN KU DÊ PERSONEL BÊN TAYÎNKIRIN, LÊ... Serokê Koma Tenduristiya Elbakê yê wê demê Bijîşk Serdar Kuzu der barê vê mijarê de di sala 2009'an de wiha daxuyandibû: "Ji ber kêmaniya personelan personel tayînî ocaxa tenduristiyê ya gundê Sore Dêrê nehatin kirin. Heftê rojekê hemşîre û bijîşkê Ocaxa Tenduristiyê ya Eşmepinarê li wir tên peywirdarkirin. Lê belê ji ber şert û mercên neyînî yên rê ew jî nikarin biçin gund. Dê di meha Nîsanê de personel tayînî Ocaxa Tenduristiyê ya Gundê Sore Dêrê bê kirin." Mahmut Ruvanas - dihaber