Gelo kuştina Pinar Gemsiz jî bikin 'kiryar nediyar?' 2017-05-26 09:06:09 STENBOL - Di lêpirsîna der barê kuştina dayika 3 zarokan Pinar Gemsiz, ku salek berê dema li mala xwe ya li Taxa Gaziyê bi guleya polîsan hat kuştin, de tu tişt neguherîne. Domandina biryara nepeniyê ya dozgeriyê "Gelo dosye daxilî nav ên kiryar nediyar tê kirin" tîne bîra mirov. Di 16'ê Gulana 2016'an de li Taxa Gaziyê dayika 3 zarokan Pinar Gemsiz dema li mala xwe bû bi guleya polîsan hat kuştin. Di ser kuştina Gemsizê re 3 sal derbas bûn. Ji roja ewil heta niha biryara nepeniyê ya li ser dosyeya lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê hatibû destpêkirin didome. Piştî dozgerê ewil ê dosyeyê hat guherandin, heta demekê dosye bê dozger ma. Lê dozgerê nû yê dosyeyê jî nû hat tayînkirin. Tê diyarkirin ku heta niha di dosyeyê de kesekî "gumanbar" cih negirtiye. Rapora Tiba Edlî ya der barê kuştina Gemsizê de û rapora lêkolînkirina çekên ku di bûyerên 16'ê Gulanê yên li Taxa Gaziyê ji aliyê polîsan hatin bikaranîn jî di dosyeyê de cih girtin. Lê belê, ji ber biryara nepeniyê parêzer nikarin xwe bigihînin dosyeyê. ‘DOSYE JI ME TÊ VEŞARTIN' Yek ji parêzerên dozê Ferhat Bogatekin, asta ku dosye tê de ye nirxand. Bogatekin, anî ziman ku salek di ser dosyeyê re derbas bûye lê belê heta niha tu geşedan xwe nedane der. Bogatekin, dest nîşan kir ku bi vê biryara nepeniyê dosye ji wan tê veşartin. Bogatekin, ragihand ku di hevdîtina wan a dawîn a bi dozgerê dosyeyê re, dozger derpêş kiriye ku hîn jî belge û agahiyên têrbar nehatine berhevkirin û ji ber vê ew nikarin dozê vebikin. Bogatekin wiha domand: "Di hin lêpirsînan de biryara nepeniyê heye; lê li vir bêtir tu dibê qey veşartina bûyerekê heye. Li welat der barê dosyeyên wisa de biryara nepeniyê tên dayîn û bi vî awayî di ser şaîbeyan, tarîtiyekê re tên birêvebirin. Bi heman awayî biryara nepeniyê hat dayîn. Bi vê biryarê em nikarin xwe bigihînin tu belge û agahiyan." ‘DIXWAZIN BIBÊJIN KIRYAR NEDIYAR E Û SER BIGIRIN' Bogatekin, anî ziman ku dozger dosyeyê wek "kiryar nediyar" pênase kiriye û wiha got: "Dixwazin bibêjin kiryar nediyar e û ser dosyeyê bigirin. Halbûkî bûyer li ber kamerayan qewimî, şahid hene." ‘LI GAZIYÊ DIXWAZIN GEL KRÎMÎNALÎZE BIKIN' Bogatekin, Taxa Gaziyê wek taxeke Stenbolê ya ku tim OHAL lê heye pênase kir û wiha got: "Polîs bi wesayîtên normal li wan deran nagerin, tim bi wesayîtên zirxî digerin. Tim bi îdiaya çalakî hene mirovan tacîz dikin. Rolekî ku li Gaziyê hatiye barkirin heye, dixwazin gel krîmînalîze bikin. Bûyerên ku di raya giştî de xwe nadin der diqewimin. Dixwazin hêla muxalîf a wê derê bêdeng bikin. Bi taybetî ev bi bûyera Pinar Gemsîzê hat destpêkirin. Ji ber vê yekê divê bûyera Pinar Gemsizê bê aşkerekirin." Bogatekin, anî ziman ku dozgerê ku nû hatiye tayînkirin ji wan re gotiye ku ew ê di demeke nêzîk de dosyeyê vebike.