Welatiyên Sûrê di meha Remezanê de ji bêaviyê Kerbelayê dijîn 2017-05-26 09:06:37 AMED - Li taxa Alîpaşa û Lalebeyê welatî li hemberî rûxandina malan derdikevin û nahêlên avahiyên wan bên xerakirin. Li gel vê ber bi meha Remezanê ve jî ceryan û ava niştecihên taxê hatine birîn û welatî li hemberî vê rewşê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Erdogan Kerbelayeke nû tîne serê gelê Sûrê." Li taxa Alîpaşa û Lalebeyê ya Sûra Amedê, 3 roj in di bin navê "veguherîna bajêr" de rûxandin dest pê kiriye, lê belê heta niha nihştecihên taxê li hemberî vê rewşê gavek jî bi paş ve neavêtine. Li taxan ewil avahiyên vala hatin rûxandin. Her çi qas li taxan av û ceryan hatibin qutkirin jî, lê belê gel malên xwe naterikînin. Li hemberî vê rewşê jinên taxê serê sibehê zû bi erebokên destan avê ji mizgeftan dikişînin û li hemberî vê rewşê li ber xwe didin. ‘EV KERBELA YE, EM LI HEMBERÎ BÊAVIYÊ LI BER XWE DIDIN' Aysel Beytar, dest nîşan kir ku ew ê ji Sûrê dernekevin û wiha axivî: "Di vê meha Remezanê de hema bêje Kerbelayê didin jiyandin. Navê vê zilma Erdogan e. Ma mirov vî tiştî tîne serê gelê xwe? Rewşa me li holê ye. Em bi metereyan avê dikişînin malên xwe. Em ava normal ji marketê dikirin. Dixwazin em ji tîna bimirin. Fitqoyî me, nikarim avê bikişînim. Lê belê em ne bêçare ne. Zarok bi erebokên destan avê ji mizgeftan dikişînin." ‘JI BER AV TUNE YE NIKARIM NIMÊJI BIKIM' Yildiz Karadaş a ku 28 salin li Sûrê dijî jî bertek nîşanî qutkirina av û ceryanê da û wiha got: "Meha Remezanê ye. Em nikarin bê av bimînin. Av îman e. Ev çend roj in ji ber ku nikarim destnimêjê bigirim nikarim nimêj bikim. Ez wî pereyê ku didin jî qebûl nakim. Ez ji taxa xwe û mirovên xwe zaf hez dikim. Naxwazim bê rûxandin. Bi rûxandina Sûrê dixwazin çanda me ya piştevaniyê jî tune bikin. Lê em ê dernekevin. Heke bivê em ê ji mizgeftan avê bikişînin."