Endamên Egîtîm Sen'ê hatin binçavkirin 2017-05-26 09:21:32 EDENE - Li Edeneyê di serdegirtinên malan de 8 mamosteyên endamên Egîtîm Sen'ê ne û bi KHK'ê ve hatibûn îxrackirin, hatin binçavkirin. Li Edeneyê polîsan serê sibehê bi malên mamosteyên ku endamên Egîtîm Sen'ê ne û bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin de girtin. Di serdegirtinan de piştî lêgerînan ji mamosteyan Mehmet Selîm SUzer, Cumalî Duman, Hidir Karakoç, Adîl Akbaba, Nevzat Guzel, Metîn Canbolat, Mehmet Dersulu û Serkan Oner hatin binçavkirin. Hate îdiakirin ku mamoste bi îdiaya endamên "DHKP-C" ne hatine binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Li aliyê din ji bo şermezarkirina binçavkirina 8 mamosteyan dê li avahiya komeleyê saet di 12.00'an de daxuyanî bê dayîn.