'Stûnên faşîzmê' 2017-05-26 10:30:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr di qunciknivîsa xwe de, bi ser navê Stuna Faşîzmê nivîsek nivîsand. Pîr, bal kişad ser têkiliya Erdogan û Huda Parê û diyar kir ku Huda Par Hîzbulkontroya salên 1990'an e. Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, bal kişand ser polîtikayên AKP û Tayyip Erdogan ên li dijî Huda Parê û wiha got: "Tayyîp Erdogan di van demên dawîn de wextê pêdivî pê dibîne ku spasiya hin derdoran bike, te dît navê Huda-Par’ê jî zikr dike. Spasiya wî ya ji bo Huda-Par û MHP’ê armancên xwe hene. Dixwaze bandorê li ser MHP’iyan bike û li aliyê din jî dixwaze Huda-Par’ê li dijî têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê bi kar bîne. Gelo Huda-Par çi ye û kî ye ku Tayyîp Erdogan radibe û rûdinê spasiya wê dike? Huda-Par Hîzbulkontraya salên 1990’î ye. Ji ber ku wan bi sedan welatparêz qetil kirin, gelê kurd ji wan re got Hîzbulkontra. Dewletê di salên 1990’î de ew li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd bi rêxistin kir û bi kar anî." Pir, destnîşan kir ku bi çavdêrî û piştevaniya dewletê wan li her deverên Kurdistanê mirov kuştin û wiha got: "Komkujî pêk anîn. Derdorên îslamî yên wekî wan nedifikirîn jî ji aliyê wan ve hatin qetilkirin. Huda-Par’a îro ku çeteyên kontra yên salên 1990’î bûn, kesên dikuştin jî yan li baxçeyên malên xwe vedişartin an jî di bin malên xwe de. Heta ev mal-gor bi mehan di rojeva çapemeniyê de man. Derket holê ku Tayyîp Erdogan û kesên li dora wî ne destekê didin komkujiyên Hîzbulkontra ku di salên 1990’î de pêk anîne. Jixwe weşanên derdorên îslamîst ên di salên 1990’î de jî Hîzbulkontraya ku ji van kuştinên faîlên wan nediyar berpirsyar bû, rexne nedikirin; xwedî li van komkujiyan derdiketin. Heta ji bo van cînayetan hincet datanîn holê û dixwest rewa nîşan bidin. Îro ro jî dixwazin versiyona salên 2010’an şebekeya wan cînayetan li dijî Tevgera Azadiyê bi kar bînin." Pir, bal kişand ser hişmendiya Erdogan û wiha berdewam kir: "Ev yek îşaret pê dike ku Tayyîp Erdogan û Gladyoya qesrê bi ekîba Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar ên salên 1990’î re xwedî heman zîhniyetê ne. Di navbera ekîba ku wan salan dixwest kurdan di nav hawêra qirkirinê de tune bike û ekîba Tayyîp Erdogan de bi qasî misqalîzerre cudahî tune ye. Bi tenê li gorî zeman û mekanê, ferqa wan rêbazên wan heye. Ji ber ku têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê bi pêş ketiye û mezin bûye, rêbazên wan ên êrîşê jî zêde bûne." Pîr, li ser rêbazên qirkirinê jî rawestiya û wiha got: "Rêbazên nû yên qirkirinê danîne ser tecrubeyên xwe yên demên berê. Îro ro dewlet, destekeke ji desteka di salên 1990’î de dida Hîzbulkontrayê zêdetir dide Huda-Par’ê. Îro ji tetikkêşiya salên 1990’î wêdetir tetikkêşiyek heye. Derfetên mezin didin van kontrayên nû. Ev hêzên ku berê di esasê xwe de bi tenê tetikkêş bûn, ji ber ku nêzî zîhniyeta AKP’ê ne, îro roj di warê faaliyetên birdozî û propagandayê de tên bikaranîn. Şirîkatiya wan a di zîhniyetê de têkiliyeke ji yên demên berê qirêjîtir di navbera Tayyîp Erdogan û Hîzbûlkontrayên vê serdemê de bi pêş xistiye." Pir, bal kişand ser armanca polîtîkayan û wiha got :"Tekane armanc jî ji ber ku tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, hemû karên qirêjî spartine vê Hîzbulkontraya nû. Îro ro Tirkiye di bin êrîşa troykaya Tayyîp Erdogan- Bahçelî û Huda-Par’ê de ye. Jixwe Tayyîp Erdogan kengî devê xwe veke, spasiya şirîkên xwe yên sûc Bahçelî û Huda-Par’ê dike. Ev spasî bi tenê ji bo dengên referandûma 16’ê nîsanê nîn e; wan li dijî hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê li hev kiriye. Ev stûnên dîktatoriya tevkujer a faşîst in. Hîzbulkontra di esasê xwe de DAIŞ’a salên 1990’î ye. Rêbazên ku bi kar dianîn jî wekî yên DAIŞ’a îro ne. Bi vê xisleta xwe Hîzbulkontra selefê DAIŞ’ê ye. Dema ku mirov zîhniyet û kirinên DAIŞ’ê hemûyan bi hev re li ber çavan bigire, mirov dikare pirsa ‘ferqa di navbera Hîzbulkontra û DAIŞ’ê de çi ye?’ bike. Di esasê xwe de zîhniyeta wan yek e; bi tenê navê wan ji hev cuda ye. Jixwe tiştên ku di salên 1990’î de Hîzbulkontrayê dikirin û tiştên ku îro DAIŞ dike mirov bide ber hev, mirov nikare ji hev derxe bê ka kîjan ji wan zalimtir bû. Tayyîp Erdogan çima ji Huda-Par’ê re spas dike? Çima li Kurdistanê ji van re qad vedike? Çima di şaredariyên ku bi destê qeyûman desteser kirin de ji van re derfetan diafirîne?" Pir, herî dawî bal kişand ser dijminantiya kurdan û wiha bi dawî kir: "Gelo ew dijminê kurdan nebûna dê Tayyîp Erdogan ev qas li wan xwedî derketa? Tayyîp Erdogan çawa ku li her dera cîhanê dijminahiya kurdan dike, hemû têkiliyên xwe li ser dijminahiya kurdan bi pêş dixe, bi Huda-Par’ê re jî li ser esasê dijminahiya kurdan têkilî datîne. Li ser çi esasê bi Devlet Bahçelî re têkilî hatibin danîn, li ser wan esasan bi Huda-Par’ê re jî têkilî hatine danîn. Ev têkilî jî dijminahiya kurdan e. Niha yên dostê Tayyîp Erdogan in, dijminê kurdan in. Kê dijminahiya kurdan neke, Tayyîp Erdogan wan wek dijmin dibîne. Çawa ku dewletê di salên 1990’î de gelek ajan di nav Hîzbulkontrayê de bi cih kirin, niha jî Tayyîp Erdogan û Gladyoya qesrê û mirovên Hakan Fîdan ajanên Huda-Parê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd bi kar tînin. Ji bo ku ji salên 1990’î zêdetir gunehan bikin, niha jî dîsa Huda-Par’ê ji bo vî karî amade dikin."