Xalê Simo bi 3 kurên ve di eniyê de ye 2017-05-26 10:55:02 REQA- Mihemed Elî yê 55 salî yê ji şoreşa Rojava heta niha li eniyê şer dike bi 3 kurên xwe ve di refên YPG'ê de ye û di mewziyên cuda de şer dikin. Elî yê fermandariya hêzên ji rojavayê Reqayê pêş ve diçin dike hesreta ku bi zarokên xwe re di heman eniyê de cih bigire dijî. Merhaleya 4'emîn a Xezeba Firatê ya ku ji bo azadkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Piştî Tebqayê QSD'iyên ku ji du baskan ber bi bajar ve diçin gundê Gîdêranê jî azad kirin bakurê bendava Azadî jî ji DAIŞ'ê paqij kir. Li bendê ye ku şervan li hemberî bengavê operasyonê bidin destpêkirin. QSD a ku ji welatên cuda ji mezheb û olên cuda şervan cih digirin yek ji kesên ku balê dikişîne jî Mihemed Elî (Xalê Simo) yê 55 salî ye. Xalê Simo yê ji Kobanê ye bavê 5 zarokan e. Ji şoreşa Rojava heta niha Sîmo yê têdikoşe 3 kurên wî jî di nava refên YPG'ê de di mewziyên cuda de cih digirin. Xalê Simo yê li Minbic, Sirrin, Şedadê, Tişrin û niha jî li Reqayê şer dike, di merhaleya 4'emîn a operasyonê de fermandariya eniyê dike. 3 KURÊN WÎ DI ENIYÊN CUDA DE NE Sima anî ziman ku şoreşa Rojava bi temamî jiyana wan guherandiye û 3 kurên wî jî ji bo axa xwe biparêzin bi wî re tevlî refên YPG'ê bûne. Sima destnîşan kir ku kurekî wî li Sirrin, yek li Minbic, yek jî li xeta Cerablusê ye û diyar kir ku ew hesreta ku bi kurên xwe re di heman eniyê de cih bigire dijî. Xalê Sima da zanîn ku ji mehaleya yekemîn a operasyona azadkirina Reqayê heta merhaleya çaremîn cih girtiye û fermandariya hêzên ber bi rojavayê bajar diçin dike. Şervanên Simo yê bi sekn, kêfxweşî û kirinên xwe ve yekî çavkaniya moralê ye gundên Gidêran û Yamama yên nêzî Bendava Azadiyê jî azad kirin û bakurê bendavê ji DAIŞ'ê paqij kirin. AZADIYA BENDAVA AZADÎ NÊZÎK E Sima anî ziman ku wan ji xeta Cîb Şeîrê dest pê kirine û heta bendavê hatine, 20 kîlometre pêş de çûne, li ser rê bi dehan gund û gundikên staretjîk ji DAIŞ'ê paqij kirine. Sima diyar kir ku wan Bendava Azadî jî dorpêç kirine di demeke nêz dê dê azad bikin û mizgîniyê bidin gel. 'JI BER EWLEHIYA SIVÎLAN ME DERENG DEBT BI OPERASYONÊ KIR' Sima da zanîn ku hêza DAIŞ'ê ya şer bike nemaye û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî gelek windahiyên me çênebû. Heta em ji bo azadkirina Reqayê û gundan dereng jî man. Sedema derengmayîna me jî ji ber rewşa sivîlan bû. Ji ber ku hatina wan e cihên ewle asteng dikirin. Hin ji wan jî ji xwe re dikirin mertal. Me ew xilas kir û piştî ku gihand cihên ewle operasyonên xwe da destpêkirin." 'JI BO SIBEROJAN..' Sima diyar kir ku operasyon bi serkeftî derbas dibe û heta Reqayê azad bikin dê berdewam bike, jiyana hevpar a ereb, tirkmen û kurdan dê ava bikin. Sima got ku şerê ku dimeşînin şerê azadiye ye û herî dawî jî wiha axivî: "Ji ber vê yekê ez û kurên xwe tevlî bûn. Ev şer dê hesreta gelên me derbas bike. Ji bo siberojê li ehmberî zarokên me nebe asteng divê em bi dil û can bixebitin." Nazim Daştan-dîhaber