Li Wanê serdegirtina malan: 11 xwendekar hatin binçavkirin 2017-05-26 10:57:01 WAN - Li Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên xwedekaran de girtin û 11 xwendekar binçavkirin. Li navenda Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê de girtin û 11 xwendekat binçavkirin. Xwedekarên hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Bajar. Navê 4 xwendekaran ne hat zanîn û navê 7 xwedekaran jî wihaye: “Murat Cesur, Kamîl Cekîç, Orhan Acar, Mehmet Yavuz, Muslum Koyuncu, Yakup Çabuk, Erhan Yumru.”