Waliyê Enqereyê: Piştî roj çû ava çalakî qedexe ne 2017-05-26 11:32:07 ENQERE - Waliyê Enqereyê diyar kir ku ew çalakiyên ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça tên kirin piştî roj çû ava qedexe dikin. Walîtiya Enqereyê derbarê çalakiyên kolanan ên ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça tên li darxistin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji bo çalakgerên ku bi rojanan nobetê digirin û ji ber şevê sare agir pêdixin de ev tişt hatin gotin: “Tê dîtin ku li kolan û cadeyên giştî yên Enqereyê piştî roj diçe ava heta saetên direngiya şevê agir tê pêxistin, bi dengek bilind stran, srûd û dirûşme tên gotin û ev yek derdorê nerihet dike. Ev rewş welatiyên me dixe nava fikaran, ewlehiya cemaweriyê xira dike, rîska dê rêxistinên terorê li dijî kesên çalakiyan li dardixin êrîşên bombeyi pêk bînin zêdetir dike û mudaxeleya hêzên ewlehiya ya van bûyeran dixe zehmetiyê. Ji ber vê yekê; li kolanên bajar piştî roj çû ava agir pêxistin û çalakî lidarxistin, bi dengek bilin derdor nerihetkirin, hemû civîn, çalakî, daxuyanî dayîn li gorî 17’emîn madeya Qanûna Çalakiyên Meş û Civînê ya hejmar 2911 û di çarçoveya madeya 11/m ya Qanûna Rewşa Awarte hatine qedexekirin Derbarê kesên ku li gorî qedexeyên li jor hatine diyarkirin tevnegerin de dê di aliyê qanûnî de tişta pêwîst bê kirin.”