Di şerê li Çelê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da 2017-05-26 12:21:25 COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkeran êrîş pêk hat. Di êrîşê de çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da û 2 leşker birîndar bûn. Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên Fermandariya Tugaya Hudûdê 2'eyîn êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da û 2 leşker birîndar bûn. Di saetên serê sibê de li herêma girê Avuşê teqîn pêk hat. Leşkerê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da û yên birîndar bûn bi helikopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.