Li Sêrtê pevçûn: Leşkerek mir 2017-05-26 21:04:26 SÊRT - Li Dihê di navbera leşker û PKK'yiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek mir, yek jî birîndar bû. Li herêma Çiyayê Çiravê yê Dihêya Sêrtê di navbera leşkerên tirk û PKK'yiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek mir û yek jê jî birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Operasyona li herêmê didome.