Di 22 salan de cara 635'emîn daxwazên xwe qîr kirin 2017-05-27 13:33:35 STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin li Qada Galatasarayê di salvegera 22'yemîn de cara 635'emîn daxwazên xwe qîr kirin, xwestin kiryar bên darizandin. Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên wan ên hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran di 22'yemîn salvegera xwe de cara 635'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de vê hefteyê jî pankarta "Kiryar diyar in winda li kû ne" hte vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dîsa di çalakiyê de dowîzên "Bila Nuriye û Semîh bijîn" jî hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser 22'yemîn salvegera çalakiya wan a ku di 27'ê Gulana 1995'an de yekem car li Qada Galatasarayê çalakî dane destpêkirin. 'DEWRÎ NIFŞAN TÊ KIRIN' Di çalakiyê de ewil dayika Hasan Ocak ê ewil li Qada Galatasarayê rûniştibû, Emîne Ocak axivî. Ocak anî zman ku di 22 salan de li Qada Galatasarayê gelek tişt dîtine û xwest kiryar hesab bidin. Keça Fehmî Tosun ê di bin çavan de hate windakirin a li Qada Galatasarayê mezin bûye Besna Tosun jî gotina "Dema ku dayikên ku li vî qadê rûniştin, ji wan re gotin dê rûnên û rûnen biçin" bi kar anîn. Tosun diyar kir ku vegotina têkoşîna 22 salan zehmet e û li Qada Galatasarayê dayikan zarokên xwe mezin kirine. Tosun wiha axivî: "Me fêrî têkoşînê kirin. Ev tenê gor nîne. Ew jî dizanin ku şirikê vî sûcî ne ew ê jî hesab bidin. Ji ber vê yekê ditirsin." Tosun got ku ew ê dev ji têkoşînê bernedin û dê ev têkoşîn dewrî nifşan bê kirin. 'GELO BI RASTÎ DOSYAYAN DINÊRIN?' Birayê Kenan Bîlgîn ê di bin çavan de hate windakirin, Îrfan Bîlgîn jî bal kişand li ser dosyayê windayan. Bîlgîn bal kişand li ser dosyaya birayê xwe ya demborî bûye û wiha berdewam kir: "Ligel ku ewqas delîl hebû jî dosya demborî bû. Ez dipirsim bi rastî gelo li vî dosyayê mêze kirin? Em dizanin dewlet xwe danarizîne. Lê dê rojevke gel wan bidarizîne." Bîlgîn got ku ew ê desturê nedin li ser dosyayan bê girtin. 'EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN, HATIN HEPSKIRIN' Daxuyaniya vê hefteyê xweşkî Hasan Ocak, Masîde Ocak xwend. Ocak anî ziman ku ew li hemberî sûcê di bin çavan de windakirinê derketine Galatasarayê û wiha berdewam kir: "Di salên 90'an de wekî polîtîkaya dewletê bi sedan kes di bin çavan de hatin windakirin, wekî em ên ku li wan digerin bi înkarekî sîstematîk re rû bi rû man. Me serî li hemû meqamên dewletê da. Li cihên ku me serî lêda bi awayekî ku daraz xapandinê, îdiayên nerast û zirardayîna artêş û miletê hatin sûcdarkirin. Em hatin tehdîdkirin, hatin îşkencekirin, hatin binçavkirin, hatin girtin." Ocak got ku di 27'ê gulana 1995'an de bi gotina "Em windayên xwe dixwazin" derketine Galatasarayê û ji wê rojê heta niha jî têkoşîna xwe didomînin. Ocak diyar kir ku têkoşîna xwe mezin kirine û dewrî nifşan kirine. Ocak destnîşan kir ku 22 sal in ji bo ku kesên hatine windakirin bên dîtin û yên uk winda kirine bên cezakirin îradeyekî siyasî derneketiye holê û wiha axivî: "Ji 15 salên têkoşîna me ya 22 salan di îktidara vî partiya ku di navê wî de edalet cih digire derbas bû. Di îktidara AKP'ê ya ku ji bo kuştinên kiryarnediyar edaletê bi cih bîne barnemaya xwe nivîsandiye de li Tirkiyeyê serbixwebûna edaletê û desthilatdariya hiqûqê zeîf bû û daraz jî polîtîk bû." Ocak daxwazên xwe yên 22 salan wiha rêz kir: Bila dewlet berpirsyariya xwe ya di warê mafên mirovan û pêkanîna desthilatiya hiqûqê de bi cih bîne. Li Tirkiyeyê kevneşopiya necezakirinê ya di hemû qedemeyên dewletê de bi hevkariyê hatiye afirandin bila bi dawî bibe. Di bin çavan de windakirin li dijî mirovahiyê sûcek e. Bila dewlet berpirsyariya vî sûcî bigire ser xwe. Bila aqûbeta windayan bê aşkerakirin. Bila yên ku winda kirine bên darizandin û li gorî edaletê bên cezakirin. Ji bo sûcên windakirina di bin çavan de neyê dubarekirin tedbîrên edlî, îdarî û hiqûqî bên girtin. Bi zorê windakirin di Qanûna Cezaya Tirk de di bin navê sûcên li dijî mirovahiyê bê sererastkirin. Hemû astengiyên ku berpirsyaran diparêze bila ji holê bê rakirin. Tirkiye bila peymana Neteweyên Yekbûyî ya têkîldarî windakirinên bi zorê îmze bike û pêk bîne." Ocak herî dawî got ku riya civakekî adil, aram û aştiyane ji hevrûbûna bi paşerojê derbas dibe û ew ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.