Xwest alîkariyê bikin rastî lîncê hatin 2017-05-27 13:55:04 STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê malbata ji Wanê ku xwestin alîkariyê bikin û şewata xaniyê cîranê xwe vemirinin rastî êrîşa 50 kesan a bi çek û daran hatin. Di êrîşê de jina 3 mehin ducaniye ket talûkeyê. Li taxa Tevîkbey a Semta Sefakoyê ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê, roja pencşemê di avahiya 5 qati de şewat derket. Di şewata avahiya 5 qatî de malbata ji qatê 5'an daket qatê jêr û xwest alîkariyê bide û şewatê vemirîne rastî êrîşa lîncê hat. Koma ji 50 kesan pêk dihat, bi çek û daran êrîşî malbata Wanî kirin. LÎNC KÊLÎ BI KÊLÎ KET KAMERAYÊ Li gorî şahidên bûyerê saet di 23.00'ê şevê de du kesên temenê wan di navbera 25 û 30'an de ji parka pêş avahiyê bi amûrên sotemeniyê digerin. Ew kes ji aliyê şahidan ve tên dûrxistin. Du kesên ku ji parkê hatin dûrxistin nîv saet şûnde dîsa tevî amûrên sotemeniyê hatin parkê û qatê jêr yê avahiya 5 qat dan ber agir. Di dîmenên kamerayên rawestgeha taksiyê de ji hat dîtin ku avahî hat şewitandin û 3 qatên avahiyê û dikanên tenişta wê tev hatin şewitandin. Di avahiyê û dikanê de ziyanek mezin çêbû. JI BO MUDAXALEYÎ AGIR BIKIN RASTÎ LÎNCÊ HATIN Piştî şewat derket malbata Wanî ya ji qatê 5'an daket rastî êrîşa lîncê hatin. Welatiyê ji Wanê Erol Îşlar (43) ku tevî malbata xwe daket qatê jêr û xwest şewatê vemirîne, ji ber malbata qatê jêr ciwan sor kirin, komek ciwan bi dar û çekan erîş kirin û xwestin malbata Wanî lînç bikin. Hat zanîn ku kesên êrîşkar xizmên F.Y ne û îdia kirin ku Erol Îşlar şewat derxistiye. Îşler ku rastî êrîşê hat, tevî hevsera xwe ya 3 meh ducanî û 5 zarokên xwe rastî lîncê hat. 'DAYIKA DUCANÎ RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT' Îşler, anî ziman ku ji ber rastî êrîşê hat hetiyê hinarekê ruyê wî derizîne û rastî gelek lêdanê hatiye. Îşler, anî ziman ku hevsera wî ya ducanî jî rastî êrîşê hatiye û zaroka zikê wê zerar dîtiye. Îşler, bilêv kir ku ji bo glî bike çû Qereqola Navendî ya Sefakoyê li wir jî rastî neheqiyan hatiye û wiha got: "Li Qereqole polîs û êrîşkar bi hevre pir samîmî bûn. Wekî dil û can bûn. Min rapora darpê girt. Hevsera min jî ji sedî 85 fikara ku zaroka zikê wê bimire heye. Ez dê dozê vekin. Di navbera min û êrîşkaran de tu alozî û tiştekî nexweş tune ye. Ji ber ku fikrên me ji hev cuda ne ez rastî êrîşê hatim. Bi zanebûn êrîş kirin. Her tişt bi plan bû. Ne wisa be çawa dibe ku 50 kesên bi çek û dar di demek kurd de êrîşî min bikin. Ev bûyer û êrîş bi zanebûn û plan hatiye kirin.