Çalakiya li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan: Em ê dorpêçê bişkînin 2017-05-27 16:28:27 ENQERE - Li ser banga Nûriye Gulmen a 80 rojin di greva birçîbûnê de ye xwest "Yukselê bê xwedî nehêlin" komek mirov li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Yukselê kom bûn û çîçek danîn ber bîrdariyê. Nuriye Gulmen a 80 rojin di çalakiya grevê de ye nameyek şand û bi riya nameyê xwest Yukselê bêxwedî nehêlin. Li ser vê bangê gelek kes li pêş Kolana Yukselê kom bûn û çalakî pêk anîn. Koma ku li kolana Yukselê kom bûn çîçek danîn ser Bîrdariya Mafên Mirovan danîn û Kolana Yuksel bi tenê nehiştin. Çalakvanan li ser çîçekan "Hûn nikarin berxwedanê bigirin" û "Em dê vê ablukayê bişkînin" û "Bîrdariya Mafên Mirovan nayê girtin" danîn. Dema Nuriye Gulmen û Semih Ozakça çalakî li ber bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê çalakiya grevê pêk dianîn, kesên ji bo piştgiriyê çîçek dianîn li ser bîrdariyê datînin. Bîrdariya Mafên Mirovan w weki "Bîrdariya Çîçekan" hat binçavkirin. Piştî polîsan mudaxale kiribû çîçek desteser kiribû. Dîsa sembola berxwedana greva birçîbûnê Veli Saçılık jî îro çalakiya "Mirovê rawestiyayî" pêk anî. Saçilik, di çalakiyê de got "Em dê Bîrdariya Mafên Mirovan rizgar bikin û vê dorpêçê bişkînin." Saçilik ji bo piştgiriyê bide çalakiya Gulmen û Ozakça yên 80 rojin di grevê dene, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan.