Li Cizîrê teqînek çêbû 2017-05-27 22:08:47 ŞIRNEX - Li noqteya polîsan a nêzî Dortyola li Taxa Nûrê ya Cizîrê teqîneke dijwar çêbû. Li noqteya polîsan a li nêzî Dortyola li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê teqîneke ku hîn sedema wê nehatiye zanîn çêbû. Piştî teqînê qederekê dengê çekan hat. Gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin û her wiha li têketin û derketinên taxê wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.