Ji bo Gulmen û Ozakça nepox firandin 2017-05-28 09:23:41 EDENE - Li Edeneyê ji bo azadiya akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ciwanan nepox firandin. Li Edeneyê ciwanên ku endamên Kaplanpenche ya koma antî-faşîst a alîgirên Adanasporê ne duh êvarê ji bo akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yê 81 roj in di greva birçîbûnê de û li girtîgehê ne nepox firandin. Ciwanên ku li ber Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê hatin cem hev dirûşmên "Nuriye û Semîh tenê nînin", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Rizgarî nîne bi tena serê xwe; yan bi hevre yan qet yekî me" berzkirin. Ciwanan bi stran û helbestên ku gotin ve peyama Gulmen û Ozakça tenê nîne dan. Ciwanan piştre jî bi çepik û dirûşman ve ji bo azadiya Gulmen û Ozakça nepox firandin ber bi asîmanan.