Li Wanê Bacayên Perî bêturîst mane 2017-05-29 09:07:42 WAN - Bacayên Perî yên li Elbakê ye û ji aliyê gelê herêmê ve wekî “Vandokya” tê bi navkirin ji ber şerê tê jiyîn bê turîst maye. Li taxa Yavuzlar a 33 kîlometre ji navçeya Elbaka Wanê dure, kevirên ku Çiyayê Yîgît ê volkanîk avêtine, ji ber dişibin herêma Kapadokya ya Nevşehîrê bale dikicine. Bacayên Perî ên ji ber ava baranê û bagerê maşandine gelê herêmê wekî “Vandokya” bin av dike. Tê texmînkirin ku bacayên perî ya 17 hezar qadeke 20 kîlometre ya “Vandokya” digire. Şikeft û malên bi nexşe yên ligel bacayênperî bale dikişîne. ÊDÎ TURÎST NAYÊN Bacayên Perî di salên bihûrî de bi taybet di mehên havînê de yek ji qadên ku turîstên biyanî û herêmê dihatinê bû. Di du salên dawî de ji ber şerê tê jiyîn êdî turîst nayên herêmê. Bacayên perî ku bi hebûna xwe ya semyandar kesên tên herêmê keyfxweş dike di heman demê de ji ber barana dibare û kevirên dikevin bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ye. KEVIRÊN TÊN XWARÊ DIKEVIN SER MALAN Kevirên li ser girikên Bacayên Perî ne, ji ber helîna berfê ya ji ber germbûna hewayê û ava baranê bi ser malan de tên. Gundiyên ku malên wan nêzî bacayên perî ne, li bendê ne ku rayedar ji ber vê rewşê tiştekî bikin. DIXWAZIN LI CIHEKÎ BI EWLE MAL BÊN ÇÊKIRIN Welatiyê bi navê Abdulkerîm Yorgun ku mala wî nêzî bacayên perî ne di sala 2014’an de ji ber kevirekî 100 kîlo bi ser malan wan de hat û li odeya kevir lê ketî kesek tune bû bi şens ji mirinê xilasbûne. Ji ber vê rewşê gundiyên ku malên wan ligel bacayên perî ne ji bo ewlehî bê girtin û mal li durî herêma bi talûke bên çêkirin gelek caran daxwaz ji rayedaran kirine.