'Suryan, kurd, tirkmen, ereb em mil bi mil ber bi Reqayê ve diçin' 2017-05-29 09:30:02 REQA - QSD a ku gav bi gav ber bi Reqayê ve diçe, hindik ma ku bigihîje Bendava Azadî ya ceryana bajar dide. Şervanê QSD'ê Avareş Efrîn wiha got: "Li vir şervanên suryan, ereb, kurd, tirkmen mil bi mil ji bo gelan şer dikin." Operasyona "Xezaba Firatê" ya ji bo azadkirina Reqayê hate destpêkirin li bakurê bajar pêş ve diçe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bakurêrojhilat û bakurêrojava ber bi bajar ve diçin, hindik maye ku şervan Bendava Azadiyê ya 16 kîlomatre durî Bendava Tebqayê ye azad bikin. QSD a ku bakurê bendavê ji DAIŞ'ê paqij kir, dorpêça li dora bendavê heta 2 kîlometre jî teng kir. 'EM GIHÎŞTIN ÇEMÊ FIRATÊ' Şervanê QSD'ê Sîraç Minbic diyan kir ku wan gundên Yamame û Gîdêran ên li dora bendavê ne û stratejîk in azad kirine û bi vî rengê bakurê bendavê azad bûye. Minbic da zanîn ku bi sedan kes ji dîlbûna DAIŞ'ê rizgar kirine, bi azadkirina gundê Gîdêranê ve jî gihiştine çekê Firatê. Minbic got ku ew dikarin bi rehetî bendava Azadî bibînin û DAIŞ ji bendavê wesayîtên bombebarkirî dişîne û ew van êrîşan pûç dikin. Minbic got ku dema bendavê bi dest bixin dê gavakî din jî nêzîkî Reqayê bibin, ji aliyê rojava dorpêça bajar dê temam bikin. JI BENDAVA AZADÎ RE 2 KÎLOMETRE MA Avareş Efrîn jî diyar kir ku xeta parastina DAIŞ'ê di navbera gundên Silbehiye û Xatûniyeyê ye û wan darbeyên giran li van deran xistine, riya bendava Azadî girtine. Efrîn anî ziman ku riya ku ji bakur diçe bendavê di bin kontrola wan de ye û wiha berdewam kir: "Di navbera me û bendavê de 2 kîlometre ma. Di nava çend rojan de em ê bendavê azad bikin. Ew der jî dê ji DAIŞ'ê bê girtin û bikeve bin kontrola QSD'ê. Serkeftina gelên Sûriyeyê didome. Li vir em şervanên suryan, kurd, ereb, tirkmen mil didin hev û ji bo hemû gelan şer dikin." GAV BI BER BI REQAYÊ Ji şervanan Tosin Cudî jî diyar kir ku ligel wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞ'ê gav bi gav pêş ve diçin. Cudî got ku hêza şer a DAIŞ'ê hatiye şikandin, wan anvendên û qadên baregehan bi dest xistine. Nazim Daştan - dîhaber