Girtiya siyasi dixin nava edliyan û îşkence dikin 2017-05-29 10:02:33 SÊRT - Girtiya siyasi Leyla Sevgîn li Girtîgeha Tipa M a Agiriyê di nava girtiyên edli de tê girtin û rastî îşkenceyê tê. Xwişka Sevgin Mizgîn Sivgin, diyar kir ku ji ber xwişka wê rastî işkenceyê hatiye rewşa wê xerab e. Girtiya siyasî Leşla Sevgîn (27) ku salek û nîv e li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê girtî ye, di nava girtiyên edlî de tê girtin û rastî îşkenceyê tê. Leyla Sevgin, bi hinceta di sala 2015'an de li Çiyayê Tendurekê tev li mertalên zindî bû li Colemêrgê hat girtin, salek û nîv e li Girtîgeha Agiriyê girtî tê darizandin. Sevgîn piştî hat girtin sewqi girtîgehên agirî, Meleti û Îzmire hat kirin. Niha jî li Girtîgeha Tîpa M a Agiriye di nava girtiyên edlî de tê girtin. Xwişka Leyla Sevgîn Mizgîn Sevgîn (23), diyar kir ku xwişka wê rastî îşkenceyê tê û tenduristiya wê xerab e. Sevgîn, anî ziman ku piştî xwişka wê hat binçavkirin anîn Agiriye u wiha got: "Piştî li Agiriye hat girtin şandin Girtîgeha Şakranê. Li Şakranê rastî îşkenceyê hat. Piştre şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiye. Ji wir jî dîsa şandin Agiriyê. Em li Sêrtê dijîn. Hem xwişka min rastî îşknceyê tê û hem em wekî malbat bi wêre rastî îşkenceya rê tên. Ji ber xwişka min Leyla, li Agiriye rastî îşkenceya giran hat niha tenduristiya wê xerab e. Divê her în bi telefonê li me bigere. Lê Meh û nîvek (45 roj) li me negeriya ye. Herî dawî 2 roj bere li me geriya û dengê wê pir xerab bû. Ewil tirsiya ku geşedanên li wir beje. Piştre diyar kir ku li girtîgehê rastî îşkenceya gelek giran hatiye. Anî ziman ku ji aliye rayedarên girtîgehê ve rastî îşkenceya fîzîkî û derûni tê. Her roj rastî lêdana bi copan tê. Ji ber ku rastî îşkencya giran hat meh û nîvek e bi telefonê li me nagere. Dixwazin di milê derûnî de wê têk bibin. Ji ber rastî îşkenceya giran hatiye niha derûniya wê nebaş e. " ‘EM JI EWLEHIYA WÊ BI FIKAR IN Sevgîn, herî dawî destnîşan kir ku xwişka wê girtiya siyasî ye, lê di nava girtiyên edlî de tê girtin. Sevgîn, bilêv kir ku ew ji jiyana wê bi fikar in. Sevgîn, bang li cemawerî, parazvanên mafên mirovan û saziyên civaki kir û xwest li hemberî vê rewşê hestiyar tev bigerin. Sevgîn da zanîn ku fikarên wan pir zêde ne. Rayedarên girtîgehê jî diyar kirin ku erka wan a agahiyê bidin tune û agahî nedan.