Li kampa AFAD'ê sepandinên du standardî 2016-12-04 09:20:08 MÊRDÎN - Li Kampa AFAD'ê ya Midyadê, êzidî û sûriyeyî rastî sepandinên cuda tên. Bi pereyan dermanan didin êzîdiyên li kampê û yên dereng tên jî ji kampê tên avêtin. Her wiha penaberên sûriyeyî yên li heman kampê, rastî van sepandinan nayên. Kampa AFAD'ê ya li Midyadê ku berê bi bûyereke êrîşa zayendî ya li dijî jineke sûriyeyê ketibû rojevê, vê carê jî bi sepandinên xwe yî du standardî ket rojevê. Li kampa ku kapasîteya wê 12 hezar e berê bi hezaran sûriyeyî diman. piştî Kampa AFAD'ê ya li Nisêbînê wek binkeya leşkerî hat veguherandin, êzîdiyên li vê kampê li ya Midyadê hatin bicihkirin. Piştî êzîdî hatin bicihkirin, kamp bi têlên rêsayî dabeşî du beşan hat kirin û êzîdî û sûriyeyê bi awayekî cuda hatin bicihkirin. ÊZÎDÎ JI KAMPÊ TÊN QEWIRANDIN Li kampa hat zanîn ku, êzîdî û sûriyeyî rastî sepandinên cuda tên, hat îdiakirin ku bi pereyan dermanan difiroşin êzîdiyan, lê heman sepandin ji bo sûriyeyiyan nayê kirin. Êzîdiyên ku tu dahateke wan tune nikarin perê dermanan bidin û her wiha hin nexweşên giran jî ji kampê hatine qewirandin. Mehê carekê 100 TL ji bo malbata tê dayîn û bi vî pereyî li kantîna kampê danûstendin bi wan tê kirin û her wiha erzaqên ku tên kirîn jî têra mehekê nakin. Hin nexweşên ku divê bi lezgînî bên emeliyatkirin, ev emeliyata wan pêk nay û tê diyarkirin ku, Kampa AFAD'ê ya ku xwe nade ber vê nexweşên giran ên êzîdî jî ji kampê diqewirîne. ZIVISTAN HAT, LÊ XWEŞIKÎ KINC NEHATINE DAYÎN Dîsa hat îdiakirin ku, êzîdiyên ku heftê di roj û saetên diyarkirî de destûra wan î çûyîna sûkê heye, heke deqeyek jî bi ser saeta hatiye diyarkirin bikeve wan nagirin kampê û wan diqewirînin. Dîsa êzîdiyên ku salê 10 roja dstûra wan tê dayîn, di van rojan de ji xwe re kar dibînin, da ji zarokên xwe re kincan bikirin. ‘JI BO SÛRIYEYIYAN SEPANDINÊN CUDA' Ji êzîdiyên kampê Îbrahîm Kavalkasim (25) anî ziman ku, li kampê şert û şirûtên miroviyî tune ne û got, ev 2 sala eziyeta dûrbûna ji xaka xwe dikişînin. Kavalkasim hebûna wan î li kampê wek girtîgeheke vekirî dibîne û diyar kir ku, wek girtîgehê heftê carekê dikarin derbikevin derve. Kavalkasim anî ziman ku, dema nexweşên wan hebin pereyê dermanan jiw an tê stendin û got, ev sepandin ji bo sûriyeyiyan tune ye. Kavalkasim wiha axivî:"Ev 2 sal e, hîn nû kinc dane me. Hîn tu tişt nedane zarokên biçûk. Ji xwe li kampê tu dahateke me tune ye.10 rojan destûrê didin, heke tu saetek jî dereng bimînî te ji kampê diqewirînin. Ev sepandin ji bo sûriyeyiyan tune ye." ‘PERÊ DERMANAN JI ME DISTÎNIN' Êzdiyekî din yê nexwest navê xwe bêje jî wiha axivî:"Zarokeke min î 6 salî heye. Pirsgirêka wî yê bihîstinê heye, lê heke emeliyat bibe wê baş bibe. Lê destûra emeliyatê nadin. Dibêjin em nikarin perê emeliyatê bidin. Divê ez zarokê xwe emeliyat bikim. Dermanên dinivîsin jî nikarim bikirim. Çimkî perê wan ji me distînin. Tu dahateke me tune ye." JI KAMPÊ HAT QEWIRANDIN, DI ŞIKEFTÊ DE DIJÎ Hasan Balci got, di dema êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê pirsgirêkên derûnî li zaroka wî peyda bûne. Balci diyar kir ku, piştî vê bûyerê ew derbasî Tirkiyeyê bûne, demekê ew li kampa Nisêbînê dimînin û paşê wan dişînin ya Midyadê. Balci da zanîn ku, piştî ew 6 meha li kampa Midyadê dimînin, ji ber nerihetiya zaroka wî wan diqewirînin û wiha got:"Pişt re em li gundê êzîdiyan Kefnasê li şikeftekê bi cih bûn. Ev demeke em li vir in. Min li vir demekê şivantî kir, lê êdî naxebitim. Li kampê jî ji xwarinê bigire heta dermanan her tiştî bi peran didan. Lê ji mayîna şikeftê çêtir bû. Em 8 kes in. Nizanim ez ê çawa li wan binêrim." Meltem Oktay - dîhaber