Di topbarana TSK'ê de 4 hezar dolim zeviyên genim şewitîn 2017-05-29 17:30:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî TSK'ê, gundê Dîwa topbaran kirin û agir bi zeviyên welatiyan ket. Di topbaranê de 4 hektar zeviyên genim şewitîn. Komên girêdayî TSK'ê ji girên li beramberî gundê Dîwa ya girêdayî navçeya Cindirêsê saet di 13:15`an de topbaran kirin. Di topbaranê de 4 hektar zeviyên genim şewîtin. Şêniyên gund ji ber gulebarankirina koman, nikarîbûn agirê bi zeviyên wan ketî vemrînin û hîna zevî dişewitin. Li gorî nûçeyên ANHA'yê, komên girêdayî dewletê duh bi şev agir berda zeviyên gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê.