Bavê leşkerê hatiye ragirtin: Hûn vî kêfxweşiye bi min bidin jiyankirin 2017-05-30 09:18:05 DÎLOK - Bavê leşkerê bi navê Muslum Altintaş ê ku ji Dîlokê diçû yekîneya xwe ya Erzînganê ji aliyê HPG'iyan ve hate ragirtin Şevket Altintaş gotina "dewlet nêzîkatiya çawa be PKK dê zirarê nede dîlan, bila malbat bisekinin de ye" bi kar anî û banga "qet nebe hûn vê kêfxweşiyê bi min bidin jiyankirin" li HPG'ê kir. Di 2'ê Cotmeha 2015'an de leşkerê bi navê Muslum Altintaş, dema ji bo tev li yekînkeya xwe bibe, ji Dîlokê diçû Erzînganê li çoltara Plumoriya ya Dersimê ji aliyê HPG’ê ve hat ragirtin. Bavê Muslum Altintaş Şevket Altintaş, diyar kir ku ji bo kurê xwe ji PKK'ê bigire serî li hemû rayedarên dewletê da, lê hemû hewldanên wî bê bersîv û bê encam ma. Altintaş, ani ziman ku dewlet dibêje 'Çawa be PKK zirarê nadin dîlan. Bila malbat rawestin" nêzîkî malbatan dibe û wiha got: "Dewlet êşa malbatan hîs nake û çav û guhê xwe ji êş û banga malbatan re digire. Heta niha ji bili Serokomar ez bi hemû rayedarên dewletê re axivim. Bi dehan caran min qêrîn û hawara xwe gîhand rayedarên dewletê. Lê bi tu awayî kes li min venegeriya. Em dayik û bav in. Divê rayedarên dewletê ewil agahiyê bidin me. Dema em bi Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu re axivîn got 'Sebir bikin' Ez fam nakim serkwezir çawa dibêje sebir bikin. Bila daxuyaniyekê bidin çima ez sebir bikim. Dema Serokomar Erdogan hat mitinga Dîlokê me xwest pankarta "Mabatên leşkerên hatin revandin" vekin, lê polîsan destûr neda. Polîsan ev pankart nexist qada mîtingê û ji destê me derxist. Wê demê ez dê qêrîn û hawara xwe bigînim kê. Çima me bêdeng dikin." 'TU RAYEDARÊN DEWLETÊ PIRSA ME NEKIRIN' Altintaş, destnîşan kir ku heta niha tu rayedarên dewletê pirsa wan nekiriye û wiha axivî: "Tu rayedarên dewletê li deriyê mala min nedane. Negotin kurê de yê te şand leşkeriyê dîl hat girtin. Dewletê mezinbûna xwe nîşan neda. Ez dibêjim kurê min dîl hatiye girtin. Mila min têxin şûna mirovan. Telefonek jî nekirine. Mijara kurê min mijara welat e. Kurê min bi qasî di 15'ê Tîrmehê de xwe bavêje pêş tangan wêrek û bi qasî li Soma bêje 'ez gîzmeyên xwe derxim' pak e. Tu mafê kesî tune van êşan bi me bide jiyandin. TENÊ HDP SAMÎMÎ NÊZÎK BÛ Altintaş, bilêv kir ku bi rayedarên HDP, MHP, CHP û AKP’ê re jî hevdîtin kirine, lê ji bilî HDP'ê tu partiyên bi wêrekî û samîmî nêzî mijarê bûn tune ye. Tenê HDP germ û samîmî nêzîk bû. Min bi taybetî ji Îdris Baluken û Ahmet Yildirim re got. Ez spasiyên xwe ji wan re dikim. Ez çûm CHP'ê jî, lê nekirin mijara xwe. Sirri Sureyya Onder, pir germ û samîmî nêzîkî me bû. HDP durust nêzî me bû. BANG LI HPG'Ê KIR Altintaş, bang li HPG'ê kir û wiha got: “Yên li çiyê jî yên li leşkeriyê jî birayê min in. Çima du bira hev bikujin. Ji bo xwedê û pêxember ev guhen e bes e êdî." Dayika Muslum Altıntaş Songul Altintaş jî bang li HPG’ê kir û xwest kurê wê serbest berdin. "Leşker ne ji kêfê diçin. Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Min ji her kesî re got, lê kesî dengê min nebihîst. Me kurê xwe şand leşkeriyê, lê dewletê kurê me neparast. Bila dewlet li çareyekê bigere. Ger ku aştî lazim be bila aştiyê pêk bîne. Her roj çavê min li derî ye. Ez dibêjim dê kurê min bê. Me bi gelek rayedarên dewletan re hevditin kir. Lê me encam ji tiştekî negirt."