Gelê Colemêrgê: Statuya bajabûna me ji ber armancên polîtîk tê nîqaşkirin 2017-05-30 11:20:49 COLEMÊRG - Gelê Colemêrgê derbarê daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên ji bo statuya bajarê Colemêrgê de axivîn û diyar kirin ku mijar ji ber armancên polîtîk hertim tê rojevê û ew ne lidijî bajarbûna Geverê ne. Nîqaşên derbarê statuya bajarê Colemêrgê ya ku beriya 8 mehan hat rojevê û rastî bertekên gel hat, carekdin ji aliyê Serokomar Erdogan ve hat rojevê û bê sedema hêrsa gel. Gelê Colemêrgê yên ji ber hatina rojevê ya mijarê nerihetin, diyarkirin ku ew li dijî bajabûna Geverê nînin, piştgirî didin vê yekê û xwestin dema ev yek hat kirin dest nedin Colemêrgê. ‘MIJAR POLÎTÎKE’ Serokê Odeya Esnafên Geverê û Serokê Yekitiya Odeya Sanatkar û Esnafên Colemêrgê Îrfan Sari, diyar kir ku bingehek polîtîk a mijarê heye û wiha got: “Em dizanin Gever di nokteya bajarbûyînê de ye, diyare ku di aliyê erdnîgarî û siyasî de tiştên pêwîst bi cih tîne. Lê dema ev tê kirin, li herêmên sanayî, bingehên aborî yên werzîşên xwezayî, zozan û çiyayên turîzmê, ya girîng di hewayê Zapê de gavên sûd didin welatiyan neyên avêtin, dê tiştekî bi Colemêrg û Geverê nede qezenckirin.” ‘EV BOÇÛNEK TALÛKEYE’ Sari, da zanîn ku mijar her tim tê germkirin, tînin rojevê lê tiştek nayê kirin û wiha pêde çû: “Vê birînê hertim dixwirînin û nêrînên me yên li hevdu hişktir dikin. Ev rewşekî bi talûkeye. Mijara tê nîqaşkirin ji aliyê hikûmetê ve lêkolîna bingehÎn hatiye kirin. Lê divê bê dîtin ku di herêmê de dibe sedema texrîbatan. Ev boçûnek talûkeye. Bidawîkirin van nîqaşan hêsane. Dikarin li harwirdora siyasî de biryar bê îmzekirin lê li şûna vê balkêşe ku nîqaş derdikevin pêş. Raste hikûmet polîtîkayên xwe didin meşandin, divê em gelê herêmê jî dest bidin hev û kesên li dijî polîtîkayên dewletê derdikevin biparêzin.” ‘COLEMÊRG BAJARÊ PIRÊ YE’ Serokê Odeya Sanatkar û Esnafên Colemêrgê Îsmaîl Akboga, anî ziman ku ew piştgiriyê didin bajarbûna Geverê lê divê dest nedin statuya Colemêrgê û wiha got: “Colemêrg bajarekî xwedî kokek dîrokî û bajarê pirê ye. Axa wê ya ku hinek li ser Wan, Sêrt, Îran û Iraqê maye demekê ji aliyê Mîrê Colemêrgê ve dihat birêvebirin. Ger li vê dîrokê binêrin dê bibînin ku Colemêrg xwedî dîrokek bingehîne, em dixwazin ku bajarê me wekî xwe bimîne.” ‘BIRYAR BIRYAREKÎ BÊ MANTIQE’ Esnafê bi navê Hayrettîn Karaman, destnîşan kir ku biryar biryarekî bi mantiq nîne û wiha domand: “Ev biryar dê ji bo Tirkiyeyê jî nebe biryarek bi mantiq. Ez vê biryarê rast nabînim. Em ne li dijî bajarbûna Geverê ne em piştgiriyê didin vê yekê ji bo vê ne hewceye dest bidin Colemêrgê.” Esnafê bi navê Îsmaîl Adiyaman, jî wiha axivî: “Nîqaşên mijara gotinê zirarek mezin dide esnafan. Min pêşeroja xwe kiriye divê dikanê de. Ev nîqaş me nerihet dikin. Ger tiştek wiha bibe, ez ê çi bikim. Ev yek dê zirara aborî bide me û me ber bi îflasê ve bibe. Em dixwazin demildest nîqaş ji rojevê bên rakirin.”