Derbarê Berdevkê HDP’ê Baydemîr de biryara girtinê 2017-05-30 11:40:39 AMED - Derbarê Berdevkê HDP’ê Osaman Baydemîr de, di dozek a li Amedê hatiye vekirin de biryara girtinê hat dayîn. Derbarê Berdevkê HDP’ê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr de, dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê bû, bi îdîaya li ber walîtiyê heqaret li polîsan kiriye li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê doz hatibû vekirin û 4’emîn rûniştina dozê hat dîtin. Di doza Baydemîr tevlî nebû de parêzerê wî Serdar Çelebî amade bû. Piştî agahiyên dosyayê hatin xwedin Çelebî di dest bi parastinê kir û diyar kir ku ji ber mûwekîlê wî berdevkê partiye ye karê wî pir zêde ye û xwest ku ji bo îfadeya wî bê girtin talîmatek bê nivîsandin. Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê biryar da û diyar kir ku ji bo Baydemîr beriya nihat li gorî usûlê tebligat hatiye derxistin, ligel ku parêzer di doza 23’ê Adarê de gotibû dê mûwekîlê wî di doza bê de amade be jî, Baydemîr tevlî rûniştina 2’yemîn jî ne bûye û derbarê Baydemîr de biryara girtinê da. Heyeta dadgehê her wiha derbarê Baydemîr de ji madeyên 125/4 û 58 ên TC jî xwest parastinek cuda jê bê xwestin û doz taloqî 5’ê Cotmehê kir.