Polîsan êrîşî girseyê kir 2017-05-30 14:54:20 ENQERE - Polîsan bi awayekî tûnd êrîşî girseya ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça li Kolana Yukselê kombûn kir. Polîsan êrîşî girseya dixwast li Kolana Yukselê ya ku Nuriye Gulmen û Semih Ozakça 76 rojan girev birçîbûnê lê domandin û pişt re hatin girtin daxuyaniyê bidin kir. Velî Saçilik, akademîsyen Cenk Yîgîter ê ku bi KHK’ê hatî îhrackirin, Acun Karadag û hevsera Semih Ozakça Esra Ozakça ya ku 9 rojin di gireva birçîbûnê de ye tevlî daxuyaniyê bûn. Girseya dirûşmeyên piştevaniya ji bo çalakiya greva birçîbûnê berz dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên dixwazin bi darpê girseyê ber bi kolana Konur ve bibin û Kolana Yuksel bi mertalan girtin. Li ser vê yekê girse li Kolana Konurê dowîz vekirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Esra Ozakça jî li ber mertalên polîsan rûnişt û çalakiya xwe berdewam kir. Pişt re polîsan bi guleyên pilastîk û bombeyên gazê bi tund êrîş girseyê kir.