Yek ji kesê ku hatiye kuştin xwediyê malê ye 2016-12-04 10:38:50 Li Wêranşarê di operasyona ku bi îdiya "PKK'î hene" li dijî malekî hat kirin û 4 kes hatin kuştin de hate hinbûn ku yek ji kesên ku hatine kuştin xwediyê malê ye. Li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê li hemberî malekî bi îdiaya "PKK'î hene" duh êvarê operasyon pêk hatibû û 2 jê jin 4 kes hatibûn kuştin. Der barê nasnameyên kesên ku hatine kuştin de agahiyekî girîng hate bidestxistin. Li gorî agahiyan yek ji kesên ku di operasyonê de hatiye kuştin xwediyê malê Erol Ozgezer e. Ozgezer ê ku li taxa xwe bi salan e elektrîkvaniyê dike hate îdiakirin ku bi wî re kesên ku hatiye kuştin jî bûka cîranê wî ye. Lê ev îdia hê nehatiye piştraskirin. Der barê nasnameyên 2 kesên din de agahî nehat bidestxistin. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê ev mala aydî Ozgezer demek e nedihat bikaranîn. Lê ji ber ku cihê karê wî li taxê ye her roj motorsîkleta xwe dianî vî derê dihîşt û dema ku duh motorsîkleta xwe anî ev bûyer qewimî. Şahidan anî ziman ku dema ku polîsan nişkava mal dorpêç kirine dengê çekan hatiye nêzî saetekî berdewam kiriye bi Ozgezer re 4 kes hatine kuştin.