Doza Aladagê: Midûr 550 hezar tl li hesabê malbatan razand 2017-05-30 18:09:18 EDENE - Di rûniştina doza Aladagê de derket holê ku bi fermana midûrê Leyliyê Cumali Genç li ser hesabê malbatan 550 hezar TL pere razandiye. Prz. Can Atalay, diyar kir ku ev doz bi pereyan nayê firotin. Heyeta dadgehê jî der barê 7 bersûcan biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 17'ê Tîrmehê kir. Rûniştina doza Komkujiya Aladagê ya Edeneyê ku 11 jê zarok 12 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest da û 24 zarok birindar bûn, li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê dest pê kir. Di rûniştina dozê de Serokê Baroya Edeneyê Prz. Veli Kuçuk, diyar kir ku dewletê zarok avêtin hembêza cemaetê û xwest îdîanameyek din li ser îdîanameyê bê zêdekirin. Baroya Edene jî di navde 13 baroyên cuda bûn mudaxîlê dozê. Heyeta dadgehê daxwaza serokê Baroya Edeneye ya peveka idîanameyê red kir. Heyetê der barê 7 bersûcên girtî de jî berdewama girtinê da. Parêzerê malbatan Prz. Can Atalay, diyar kir ku bi fermana midûrê yurdê Cumali Genç ê bersûc li ser hesabê her malê 550 hezar tl pere hatiye razandin. Atalay, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev doz bi pereyan nayê firotin. Atalay, anî ziman ku kesên xwestin bibin şahid jî bi gefan hatine tirsandin û şahidî nekirine. Heyete piştî parastinan doz taloqî 17'e tîrmehê kir. Piştî rûniştina dozê Serokê Baroya Edeneyê Prz. Veli Kuçuk, li ber edliyê daxuyanî da û xwest berpirsiyarên têkildarî faciayê ceayê hek dikin bigirin û bên cezakirin. Piştî daxuyaniyê malbatên kesên bersûc li ber çavên polîsan êrîşî parêzer û malbatên mexdûran kirin Piştî demekê polîs ketin navberê û bûyer bi dawî bû. Parêzerê malbatan Can Atalay, jî bertek nişan da û diyar kir ku malbatên bersûcan li ber çavên polîsan êrîşî wan kiriye. Can anî ziman ku niha ewlehiya wan tune û xwest cerdirme wan bibe malê. Malbat dê bi maşîneyan biçin gundê xwe.