Rojnameger Ertaş û Guzupek hatin binçavkirin 2017-05-31 07:51:35 AMED - Serokê Lijneya Rêveber a Ajanza Nûçeyan a Dicleyê Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş hatin binçavkirin. Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş hatin binçavkirin. Polîsan serê sibehê saet derûdora 04.00'an de bi ser mala wan a li taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rezan a Amedê de girtin. Polîsên ku li malê lêgerîn kirin Ertaş û Guzupek birin Midûriyeta Polîsan a Bajar. Sedema binçavkirina Guzupek û Ertaş nehat hînbûn.