Bi lêkirina dîwaran dixwazin kurd hevdu nebînin 2017-05-31 09:17:51 COLEMÊRG - Welatiyên Geverê yên ku bertek nîşanî dîwari ku di navbera Îran û Geverê de tê çikirin dan û anîn ziman ku mebest ji çêkirina vî dîwarî ew e ku kurd hevdu nebînin. Welatiyên li gundê Şovê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dijîn, bertek nîşanî dîwarên ku bi hinceta “ewlehiyê” yên li ser sînorê Îran û Ermenîstanê çêdikin dan. Welatiyan anî ziman ku dîwarên li ser sînorê Gever û Îranê tê çêkirin û 2 metre firehî û 3 metre jî bilindahiya wê heye, bi armanca ku kurd hevdû nebînîn tê çêkirin. DÎWAR NE ÇARE YE! Gundiyê bi navê Abas Avcı diyar kir ku dîwarê ku tê çêkirin di nav axa wan de tê derbaskirin û wiha got: "Pêşî mayin xistin binê axa me, paşê axa me îşkal kirin. Niha ev dîwar di nav axa me de derbas dibe. Qethiyen em vê zorbetiyê qebûl nakin. Dîwarê wan serê wan bixwe." Avci anî ziman ku li 4 gundê li aliyê Îranê malbatên wan hene û bi dîwar ew ê nikaribîn malbatên xwe bivbînin û wiha domand: "Nahêlin ku çavên me bi hevdu jî keve. Lewra sed sal berê sînorek bêwate kirin nav kurdan, niha jî dixwazin ev sînor bi dîwar zêde bikin. Dixwazin bi vî awayî pêwendiya kurdan bi hev re qut bikin, lê dîrok nîşan dide ku her ku çûye ev xurtir bûye." MESAFEYA DU DEQÎQE BI SÎNORAN BÛYE SEDAN DEQÎQE Dayika bi navê Gulîzar Siri jî anî ziman ku ji ber dîwarê di nav axa wan de derbas dibe ew nikarin çandiniyê bikin û sewalên nikarin biçêrin û wiha got: "Em ne vî sînorî û ne jî dîwar nas nakin. Her dem di nava kurdan de sînor tên çêkirin. Malbatên me yên ku 2 deqîqe nêzikî me ne ji ber sînor em nikarin xwe bigihînin wan. Di 2 deqîqeyan de, mayin, sînor, dîwar û qereqolên mezin hene." BILA BI LEZ Û BEZ DEV JI POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ BERDIN Gundiyê bi navê Refîk Sirri diyar kir ku li aliyê sinor 20 malbatên wan hene û wiha axivî: "Li ser sînor qereqol, mayin, qalekol û dawiya dawî dîwar hatiye çêkirin. Ji xwe derdora navenda Geverê hatiye dorpêçkirin. Niha jî dixwazin bi tevahî dorpêç bikin. Her wiha li her gir û çîyayê Geverê leşker an jî polîs bi cîh bûne. Bila dewlet bi lez û bez dev ji polîtîkayên 'Ewlehiyê' berde. Bila ewqas ji gel netirsin." Dayîka bi navê Cevahîr Siri jî balê kişand ser êrîşên li ser kurdan û wiha got: "Yên ku Geverê kirine girtîgeha vekirî tehamula ku malbat hevdu bibînin nakin. Ji ber vêya sînorên di nav kurdan de zêde dikin. Lê çi dikin bila bikin nikarin bikevin nav kurdan."