Kendala di navbera konên fitarê û otalên fitarê de... 2017-05-31 09:18:18 ENQERE - Li aliyekî ji ber xizaniyên bi milyonanên kesên nikarin sifreya fitarê daynin diherikin konên fitarê li aliyê din jî xwarinên fitarê yên otelên luks ên bi rezervasyonê ve dixebitin hene. Meha rojiyê kendala di navbera mirovan de careke din raxist ber çavan. Tirkiyeya bi şer û mirinan ket mehe Remezanê, hetiya halê ku cudahiya dahata di navanbera mirovên ji heman olîne kûrtir bûye. Di demek ku gelek kes kar hatin derxistin, mehkûmî birçîbûnê hat kirin, bêkar hat hiştin, hêjmara kesên ku vê krîzê vedigerînin firsendekê jî zêde dibin. Li gorî îstatîstîkên fermî yên Tirkiyeyê 4 milyon kes bêkarin. Bi milyonan mirovên ku bi heqdestê kêm dixebitin, pereye digirin hezar û 400 TL, li gorî lêkolina sînorê birçîbûn û feqîrtiyê ya Turk-Îş ku her meh bi awayekî rêk û pêk çêdike di meha Gulanê de malbatek 4 kesî sînorê birçîbûnê hezar 529 TL, sînorê ferqîrtiyê jî 4 hezar û 979 TL hat hesabkirin. Li gorî lêkolînên Kamu-Sen a Tirkiyeyê ya ji bo meha remezanê jî daneyên balkêştir radixe ber çavan. Li gorî lêkolînên Kamu-Sen; malbatek 4 kesî di îftarê de 65,7 TL berdêl dide; îsal di remezana ku dê 29 rojan berdewam bike de maliyeta vekirina rojiyê hezar 905,3 TL hatiye hesabkirin. Li gorî vê kesekê ku rojî digire rojane mezaxtina vekirina îftarê 16,43 TL ye, mehane 476,33 TL hatiye nîşandan. Enîs Bagdadîoglu ku xebatên Tirk-Îş ARGE dide meşandin, diyar kir ku heqdestê kêm hezar û 404 TL ye, sînorê birçîbûnê hezar 529 TL ye, li welat bi milyonan mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û meha remezanê jî bi van şertan pêşwazî dike. Ligel vê li welat hinek kes îftara xwe bi rihetî vedikin. Li Tirkiyeyê otel û xwaringehên ku xîtabî kesên zengîn dike di dema îftarê de tije dibe û gelek ji bi cih veqetînê dixebitin. Li gorî lêkolînên me ji bo cihên luks ên ku xizmetê ji çîna jor dike; nemuya kesekê ya îftarê, wekî heqdestê kêm 50 TL ye û ev hêjmar hinek caran derdikeve 250 TL. Koordînatorê Kamu-Sen ARGE Ercan Han, da zanîn k udi meha remezanê de nedîtina kesên birçî û cudakariya di navbera vê de dibe sedema gelek pirsgirêkên civakî û wiha pêde çû: “Me di lêkolînên kirine de tenê amûrên xe xwedîkirinê yên rojane girtine berçavan, goşt û xarina paşîvê me tevlî ne kirine. Li Tirkiyeyê cudahiya di navbera kesê ku dahata wî kêm be û kesê dahata wî herî zêde be gelek mezine. Li gorî hinek zanyaran, li welatên ku cudahiya di navbera kesê ku dahata wî kêm be û kesê dahata wî herî zêde de ger bigihije kata 8’ê pêla civakî radib. Li welatê me ev cudakarî bi salane di qata 8’emîn de ye. Ji ber vê pêlek civakî heye lê em ne diferqa wê de ne. di bingehê pirsgirêkên tên jiyîn de pirsgirêka aborî heye.” FERQÎRTÎ MALÊ XIRA DIKE Han, anî ziman ku belavbûna malbat, şîdeta li ser jinan ji ber vê bêhevpariya dahatê yan jî ji be feqîrtiyê pêk tê û wiha axivî: “Di dahatuyê de belavbûna bê dad malbatan ji hev dike. Dema bi sala 2002’yan de bê pîvan hejmara kesên zewicîne ji sedî 18.2, yên hevberdane 38.3 zêde bûne. Leza hevberdanê 2.1 zêde bûye. Li vî welatê 4 milyon kes bêkarin.” Kenan Kirkaya - dihaber