Tirkiye çekên giran sewqî Başûr dike 2017-05-31 10:28:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a ji bo Herêma Federala Kurdistanê re berdewam dike. Hat diyarkirin ku artêşa tirk li baregehên xwe yên li herêmê hêzên xwe diguhere û çekên giran bi cih dike. Li gorî nûçeyan di Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê de artêşa tirk hêzên xwe yên li Bamernê, Şêladizê, Amêdiyê û gelek cihên din bi hêztir dike û di baregehan de guhertinan dike. Ligorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, artêşa tirk duh li Şêladizê hêzên xwe yên li baregehan guhertine û sewqiyata çekên giran dike. Di dîmenên li kolanên Şêladizê de hatin kişandin de tê xwiyakirin ku artêşa tirk wekî ku li ser axa xwe ye rihet tevdigere û sewqiyata çekan pêk tîne.