Welatiyê rastî êrîşa bi çek hat jiyana xwe ji dest da 2017-05-31 12:20:30 COLEMÊRG - Li Geverê welatiyê bi navê Necmettîn Atsiz rastî êrîşa bi çek hat û jiyana xwe ji dest da Li taxa Cumhuriyertê ya navçeya Gevera Colemêrgê welatiyê bi navê Necmettîn Atsiz (40) li ber mala xwe rastî êrîşa bi çek hat. Atsiz ku di êrîşa şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve pêk hat de birîndar bû bi anbulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Atsiz, ligel hemû mudaxeleyan jî di saetên şevê de jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.