Ji 1000 kesan gava yekem 2017-05-31 13:14:04 STENBOL - Ji beşên cuda yê civakê 1000 kesên hatin cem hev li hemberî pêkûtiyên ku li Tirkiyeyê zêde bûye banga "Em li cem hev in, bi hevre ne" kirin xwestin hemû kes di bin heman sîwanê de kom bibin. Ji beşên cuda yê civakê misilmanên muhafazakar, parlamenterên berê yên HDP, CHP û wezîrên berê yên AKP'ê, ji her siyasetê, çepgir, rastgir, rûspiyên kêmaran, kurd, tirk, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, akademîsyen, zanyar, hiqûqnas 1000 kesên hatin cem hev li Poînt Otelê civîna çapemeniyê li dar xistin û banga "Em li cem hev in, bi hevre ne" li Tirkiyeyê kirin. 'BANGA ME PARASTINA HIQÛQA MAZLUMAN E' Axaftina vekirinê ya civînê nivîskar Oya Baydar kir. Baydar a gotina "Ji bo pêşerojê fikarên xwe, li hemberî tarîtiya ku welatê me ber bi diçe nerazîbûnên xwe, daxwaza xwe ya di nava aştiyê de ya 'Em li cem hev in, bi hev re ne' banga ku tê kirin di esasê xwe de ji bo 80 milyonan e" bi kar anî wiha berdewam kir: "Banga me; li welatê me yê ku wijdan û edaletê zirar dîtiye, em cudatiyên xwe yên îdeolojîk, ayîdbûna rêxistinê, cudatiyên xwe yên bawerî û nasnameyê derbas bikin; ji bo parastina hiqûqa mazluman e. Li welatê ku heq û hiqûq desthilatdar e bêyî cuda bibin, nebin dijmin bi hevre di nava jiyaneke aştiyane de bijîn, daxwazeke wisa ye." Baydar anî ziman ku kesên ku îmze avêtine vî bangawaziyê ji beşên cuda yên civakê tên û wiha axivî: "Tiştên ku heta niha em bi ser neketin. ji yekîtiya xwe hêzê bigirin û ji hev hîn bibin û bi ser kevin. Em wisa dibêjin. Hê jî em pir kêm in, hevalên me yên ku dibêjin 'gelo' heye. Lê ger uk em neyên cem hev, li cem hev nesekinin, bi hevre têkoşînê nemeşînin bi rastî jî dê sibehê pir dereng be." Baydar got ku di nava wan de tu partî, rêxistin, odeyên siyasî tuneye. Baydar anî ziman ku pêdiviya wan bi hêza ji hev bigirin heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêdiviya me bi hêviyê heye. Em dikarin wî hêzê û hêviyê xurt bikin bi hevre bimeşin, bêyî hêzên heq, edalet û demokrasiyê feda bikin bi ser kevin. Ev gazekî mutewazî ye. " 'EM LI CEM HEV IN BI HEVRE NE' Piştre lîstikvan Tîlbe Saral axivî û li ser navê 1000 kesan belavok xwend. Di belavokê de wiha hat gotin: "Em wekî xwediyên vî axî ji bo avakirina jiyana hevpar û parastina wî bêyî cudatiya partiyên siyasî, ayîdbûna îdeolojîk, bawerî, ol, mezpeb, netewe, zayend bang li 80 milyonan dikin. Em naxwazin ji hev qut bibin, naxwazin bibin dijminê hev, wekî tirk--kurd, oldar, laîq, ên dibêjen 'erê' yên dibêjin 'na' ji hev bên cudakirin. Em dixwazin bawerî, ol, ziman, çand, terzê xwe yê jiyanê bi awayekî azad, wekhev, bêtirs di nava aramiyê de bijîn. Ji bo bihevre jiyanê bi awayekî lezgîn * OHAL a ku dibe sedema binpêkirinên mafan bila bê rakirin, * Li dijî mexdûrbûnên ku li hemû civakê belav bûye ewlehiya hiqûq û edlatê pêk bê, * Îdadekirina rayeya qanûnçêkirin û kontrolkirinê ya Meclîsê, *Ji bo dewleta hesab dide, şefaf û qanûna bingehînî gavên bi biryar bên avêtin, * Dixwazin ji bo dengdayîna veşarî, hejmartina vekirî ewlehiya sandoqan pêk bê. * Li dijî yên ku siyaseta tirs û rageşiyê xwe bi hêz dikin; em bang li welatiyên ku ji pêşeroja welatê me berpirsyar in, rûspiyên cuda, hewldanên sivîl, partiyên siyasî yekîtiya xwe pêk bînin..." Hin kesên ku îmze avêtine belavokê ev in: Abdulbakî Erdoğmuş (Parlamenterê ANAP'ê yê berê), Ahmet Turk (Parlamenterê berê), Alî Nesîn (Akademîsyen), Alî Sîrmen (rojnamger, nivîskar), Aysel Çelîkel (Seroka ÇYDD) , Ayşenur Arslan (nivîskar, rojnamger), Bariş Yarkadaş (parlamenterê CHP'ê), Bînnaz Toprak (Parlamentera berê ya CHP'ê), Celal Yildirim (Serokê YK'ê yê), Celalettîn Can (Weqfa 78'an), Cihangîr Îslam (Akademîsyen, nivîskar), Erdal Atabek (Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê yê berê, nivîskar), Erendîz Atasü (Akademîsyen, nivîskar), Ergun Ozbudun (Akademîsyen, nivîskar), Ertugrul Günay (Wezîrê berê yê AKP'ê), Ertugrul Yalçinbayir (Damezirînerên AKP'ê, alîkarê berê yê serokwezîr), Fatma Bostan Unsal (Damezirînera AKP'ê), Fîkri Saglar (Parlamenterê CHP'ê), Fîlîz Kerestecîoglu (Paralemnentera HDP'ê, Genco Erkal (hunermend), Gulrîz Sururî (hunermend) Hakan Aygun (nivîskar, rojnameger), Hasan Cemal (nivîskar) , Hasîp Kaplan (Parlamenterê yê HDP'ê), Haydar Ergulen (nivîskar, helbestkar), Huda Kaya (Parlamentera HDP'ê), Hulya Gulbahar (hiqûqnas), Îhsan Elîaçik (nivîskar), Îlhan Cîhaner (Parlamenterê CHP'ê), Îlhan Tekelî (Akademîsyen, nivîskar), Kazim Guleçyuz (Gerînendeyê Weşanê yê Giştî lê Yenî Asyayê), Levent Gultekîn (nivîskar), Mehmet Bekaroglu (Parlamenterê CHP'ê), Melda Onur (Parlamentera CHP'ê ya berê), Meral Daniş Beştaş (Parlamentera HDP'ê), Mîthat Sancar (Parlamenterê HDP'ê), Murat Belge (Akademîsyen, nivîskar), Musa Çam (Parlamenterê HDP'ê), Mujde Ar (hunermend), Nesrîn Nas (Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê)), Orhan Alkaya (hunermend).