Ji bo bavê Tanrikulu merasîma cenaze hat lidarxistin 2016-12-04 13:18:25 AMED - Ji bo bavê parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu yê wefat kiribû li Amedê merasîma cenaze hat lidarxistin. Ji bo bavê parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Fehmî Tanrikulu yê ku di 79 saliya xwe de wefat kir li Mizgefta Goristana Yenîkoyê merasîma cenaze hat lidarxistin. Piştî wecîbeyên olî cena anîn morga Goristana Yenîkoyê. Malbata Tanrikulu, parlamenterên CHP'ê Velî Agbaba, Akîf Hamza Çebî, Engîn Altay, Muharrem Înce, Aykut Erdogdu, Necatî Yilmaz, Mehmet Tum, Nurettîn Demîr, rêveberên CHP'ê, hevsera Tahîr Elçî Turkan Elçî, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, parêzer û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî nimêja cenaze ji bo Tanrikulu dua hat kirin û helalî hat xwestin. Piştre cenazeyê Tanrikilu ji bo bê definkirin şandin gundê Cixsê ya navçeya Pasûrê. Parlamenter û rêveberên CHP'ê jî bi konvoya cenaze re çûn gund. Ji bo Tanrikulu dê li Mala Şînê ya Lîceyiyan a navçeya Rezan sersaxî bê qebûlkirin.