Hevseroka MSD`ê: Rûsya bi êrîşên Tirkiyeyê gefan li kurdan dixwe 2017-05-31 13:40:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku Rûsya bi êrîşên Tirkiyeyê gefan li kurdên li Rojava dixwe, ev dê şaştiyek mezin û dîrokî ye. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de gotareke bi navê (Helwesta Rûsya) nivîsandin. Îlham da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo êrîşî Rojava bike ji DYA’yê piştgirî xwestiye, lê piştî ku ev piştgirî ji DYA’yê negirt xwe nêzî Rûsyayê kiriye. Ehmed destnîşan kir ku Rûsya jî bi êrîşên Tirkiyeyê gefê li kurdên Rojava dixwe. Gotara Îlham Ehmed a di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de hat weşandin, wiha ye: “Rûsya ev du roj in daxuyaniyan dide û hewl dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tawanbar bike. Carna îdîa dike ku DYA kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, carna jî ji ber rewşa bi Tirkiyeyê re dibêje wê ewlehiya Bakurê Sûriyeyê xera bibe. Îdîaya dawî jî ew bû ku QSD’ê bi DAIŞ’ê re li hev kiriye û ew ber bi Tedmûrê ve tehliye kirine. Em van daxuyaniyan dikarin bi vî rengî bixwînin; ‘ger hûn herêmên xwe li rejîmê venekin, Tirkiye dê li we bide û em ê jî nikaribin tiştekî bikin’. Yanî bi Tirkiyeyê gefê li kurdan dixwe. Wekî ku tê zanîn, piştî DYA guh neda gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, dewleta Tirk jî xwe nêzî xeta Rûsya-Îranê kir. *** DYA di her şert û mercî de li dij derdikeve, ku Îran xeta Iraq û Sûriyeyê kontrol bike. Di rojên dawî de gelek gef li kurdan tên xwarin. Mînak; tevî ku li Dêra Zorê QSD nîne, wekî ku heye tê nîşandan û gef tê xwarin. Tirkiye bi komek ji çeteyan a ji kontra û ajanan pêk tê dixwaze êrîşî Rojava bike. Ji ber ku haya Rûsyayê jî ji vê heye dibêje, ‘dê ewlekariya Bakurê Sûriyeyê xera bibe’. Piştî ku pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo ketina nava Îdlibê nehate qebûlkirin, niha jî dagirkirinê Efrînê dixin rojevê. Ev ê rewşeke xetere bafirîne. Ger Rûsya çavên xwe li vê lîstika Tirkiyeyê bigire, dê li Sûriyeyê xeteyeke mezin û dîrokî bike. Ferzkirina rejîmê li ser kurdan jî dê bibe zordariyeke dîrokî. Li aliyê din, di vê sedsalê de dijminatiya li kurdan tê wateya vekişîna ji Rojhilata Navîn. *** Îran û Tirkiye jî li ser statuko û netewe-dewletparêziya kevn tevdigerin. Ji aliyekî ve li dijî kurdan tifaqê dikin, li aliyê din Tirkiye kurdan bi nokeriya Îranê tawanbar dike û vê propagandayê dike. Ji bo li herêmê bi cih bibe, bi xetên sînor û bi hêrsê dilîzin. Mesela, tenê li herêma Şehbayê lîstikeke mezin a demografîk tê lîstin. Bi hezaran kes bi zorê ji cih û warên xwe tên derxistin, tên sirgûnkirin û li cihê wan jî yên ji deverên din koç kirine tên bicihkirin. Li Cerablûsê û Babê çi kiribin, li Îdlibê jî xwestin heman tiştî bikin. Lê vê carê xuya ye bi dilê wan nebûye. *** Ji rejîma Sûriyeyê heye ku hêj li ser gelemperiya axa Sûriyeyê serwer e. Bi vî rengî tevdigere. Li şûna ku xwe biguherîne û xurt bibe, hewl dide her tiştî li rewşa berê, li rewşa beriya şer vegerîne. Ya rast, dibîne ku hêza xwe nîne, lê bi şerê psîkolojîk dixwaze bêje, ‘Ez hêjî serdest im û her tişt ji min tê pirsîn’. Di vê mijarê de hêza herî mezin jî ji partiyên kurd ên ku xwe weke ‘dijberê Esad’ nîşan didin, lê dijberê rêveberiya xweseriya demokratîk in, digire. Ev partiyên navborî di her kêliyê de dijberiyê li şoreşê dikin. Bi reşkirina şoreşê re hewl didin fitneyê berdin nava gel û baweriyan. Tenê daxwazek wan heye, ew jî; sarkirina gel ji şoreşê ye. *** Li Reqa jî şer giran bû û hindik ma ku operasyona rizgarkirina bajar dest pê bike. Tirkiye piştî ku hêviya xwe ji operasyona Reqayê birî enerjiya xwe da aliyekî din. Êdî fêhm kir ku li qada Sûriyeyê li gorî kêfa xwe nikare tevbigere. Rewş hinekî din zelal bû. Diyar e ku êdî kîjan hêz li kûderê ye. Lê Îran hêjî mêvanê ku nayê xwestin tê dîtin. Di dema pêş de ev ê zelaltir bibe. PDK jî pir xwest li Rojava bibe xwedî rol. Lê hem ji bo sixtekariya hêzên ku pişta xwe didane we û hem jî qelsiya bû ji vê re bû asteng. Ji bo ku daxwaza xwe bi cih neanî jî di şaşitiya xwe di israr kir û kete rewşeke bi dijminatiya li Rojava. Di vê rewşê de bi Tirkiyeyê re kete heman pozîsyonê. *** Piştgiriya 0çekên giran a DYA’yê ya ji bo YPG’ê hevsengên berê yên li herêmê û hevalbendî têk birin. DYA herêmê baştir dixwîne û dixwaze hevalbendên xwe xurt bike. Tirkiye got ev rewş nayê qebûlkirin. Ji ber ku digotin kesek nikare peymana di navbera wan û DYA’yê de têk bibe. DYA’yê sûcdar dike û dibêje, ‘destekê dide PKK’ê’ lê di hevdîtina Serokê DYA’yê Trump û Erdogan de, li ber çapemeniyê Trump vekirî got, ‘Li dijî PKK’ê û DAIŞ’ê ew hevalbendê Tirkiyê ne’. Kurd gelekî bêhnteng dibin ku ev du nav li cem hev têne bikaranîn. Ji ber ku PKK di şerê li dijî DAIŞ’ê de destekeke mezin dide kurdên Rojava. Her wiha kurdên Êzîdî ji qirkirinê xilas kirin. DAIŞ PKK’ê dijminê xwe yê sereke dibîne. Ji bo vê jî kurd qebûl nakin ku PKK û DAIŞ’ê weke hev bibînin.